Hevpeyvîn: Cemil Oguz
Nivîskar Cihan Roj ku di heman demê de nivîskarê malpera me ye herî dawî romana xwe bi navê "Meşa Moriyan" derxist. Romana ku ji Weşanên Evrenselê derket bû sedem ku em pêre hevpeyvînekê bikin. Me bi Roj re li ser romana wî 'Meşa Moriyan', Heskîfê ku jê re bûye mekan û hin meseleyên din axivîn.
Berî her tiştî te karakterê Mîralî çawa afirand? Te ji cihekî îlham girt, yan ji nav demê re derket hat?
Heya destpêka nivîsîna romanê bîst û yeksal bûn Heskîf wekî mekanekê, jiyanekê dev ji min bernedida. Destê wê li pêsîra min bûn. Min her taloq dikir; min dikudand da ez berhemeke herî hêja ku bi Heskîfê re li hev bike lê bikim. Dawî ez li xwe mukir hatim ku di dilê xwe û hişê xwe de Heskîfê îdealîze dikim. Heger ku hûn tiştekî îdealîze bikin hûnê nikaribin lê bikin, jê berhemeke edebî derînin. Di nav wan salên dirêj de gelek karekter, bûyer û honakan xwe li min da der. Ji nav wan melzeme û xeyalan Mîralî derket. Mixabin Heskîf di wexta xwe de çawa ciyek sereke û muhîm bûye niha ne wisa ye, di dema çanda bajarvaniyê de wekî gundekî maye lewre hin qewimîn karekteran koçî Heskîfê kirine, an jî wekî çanda bajarî (ev jî hêjayê gengêşiyê ye) Dîyarbekir hatiye hawara Heskîfê, ji alî honakê ve.
Di romanê de, jiyana ku hûn xeyal dikin, diafirînin, tiştên diqewimin bi tevî mekan ji bo we dibin îlham, Ji îlhamê wêdetir rastiyên wisa, karekter bi rih û can dikin, şikil didin karekter. Wekî nivîskar, însan jiyan an jî jiyanên pê ne biyan e, ji nêz ve dinase wekî tercîh li rê dibîne. Bi qasî hewlên min, bûyer û qewimînan, Heskîf jî (li gorî wê demê) ji bo xwe li karekteran digeriya( ji alî xeyal ve) , hin karekter jî ji alî Heskîfê ve dihat bi bîr xistin, mîsal Elî. Elî bi awayek ji alî Heskîfê ve hate bîrxistin lê Elî ji nû ve hate afirandin, bû tevîna gelek jiyan, çîrok û fanteziyan.
Tu çiqas ji Mîralî hez dikî? Di Meşa Moriyan de karakterê herî zêde tu jê hez dikî kîja ye?
Carna hin xwî, tevgerên hin însanan Mîralî bi bîra min tîne. Mîna ez dostekî xwe an nasekî xwe bi bîr bînim bi nav xeyalan dikevim. Wekî karekter bi min karekterê herî balkêş Bişar e. Dîsa meşa Mîralî û a Semîre ku li Amedê bi kêf û henek digeriyan pirî caran tê bîra min.
HESKÎF WEKÎ SÎNGEKE EFSÛNÎ YE
Em vegerin ser mekana romanê: Çima te Heskîf wekî navenda romana xwe hilbijart?
Hin mekan bi şexsiyet û çîroka xwe balkêş in. Heskîf jî ciyek wisa ye. Ew wekî sîngeke efsûnî ye, wekî helbestekê ye, ku reng da dil, deng bi dilê we xist tu car nayê ji bîr kirin. Ez du salan mam li Heskîfê, du salên ku tu car dev ji pêsîra min ber nedan.
Hezkiriyeke we li ber mirinê be û hûn bêçare, ji dûr ve lê binihêrin!..
Em dereng mane. Gerek koleksîyona hunerî – edebî ya di derbarê Heskîfê de hebûya/hebe. Ev bangek e; her hunermend, nivîskar berhema di derbarê Heskîfê de biafirîne, ku rojekê di bin avê de bimîne ew koleksîyon şexsîyet, bedewbûn û rihê Heskîfê bi nav jiyanê bixe. Berî Meşa Moriyan jî Heskîf bûye mijar, wekî mekan di berheman de cî daye xwe lê ez behsa koleksîyenekê dikim.
Te kengê dest bi Meşa Moriyan kir û çîroka weşandina wê çawa çêbû? Te karî bi hêsanî biweşînî?
Çîroka honakê û teşegirtina di hiş de ji zûde bû. Wekî destpêkirina nivîsînê di destpêka 2009 an de min dest pê kir, payîza 2009’an ji bo weşandinê amade bû. Meseleya bi hêsanî hat weşandin an na, bila bimîne li dera ha; ji ber ku ê bersiv rê bidin polemîkan.
Di romanê de bavê Mîralî û bavê Esma du siyasetmedarên kurd lê wekî neyarên hev in. Herhal tu bi van rexneyê li siyaseta kurdan a berî sala 1980'yî dikî...
Berî min, Mîralî bavê xwe daye ber rexneyan, heger em behsa rexneyê bikin, li vir rexne bi wate dibe; ev tê wê wateyê ku wekî nifşê li dû bavê xwe, Mîralî azîn û qewimînan daye ber lêpirsînan. Ez jî bi rexne me. Awayek bi problem e. Edebîyat, bi derengî be jî, mexdûriyetan, karesatan, êşan bi bîr dixe, xîtabî însan û wijdanê însan dike. Bi zimanê xwe, însan dawetî qiyas û mihasebê dike.
Ji bo karakteran hilbijartina navan tiştekî muhîm e. Hema bêje her roman ji nav zimanê xwe navan hildibijêre. 'Mîralî', 'Esma', 'Semîre'; çima ev nav?
Di pexşanê de hûn ne dê ne, ne jî bav in, hûn nikarin ji ber xwe de navan li karekteran bikin. Bi tevî ziman, ji nav ji jiyan û cîhana romanê dertên. Bi awayek têkiliya navan û mekanan jî heye. Nav jî carna ji “navbûnê” dertên dibin sembol an jî şîfre. Navê “Semîre” melodîk e, wekî karekter Semîre navekî melodîk û karibe xweş were bilêvkirin heq kiribû. Ji melodîkbûnê wêdetir wateya navê Semîre (Samîra) bi jiyana wê re li hev dike, wateya wê ev e; hevala şevê, stêrka sibehê. Jiyana Semîre jî, ji wextekê heya wextek din tarîtiyê bi bîr tîne. Wexta di şikeftê de bi tenê ye ew hevala şevê ye. Dûre pêrgî Mîralî dibe û dibe evîndar, êdî ew stêrkek e.
Esma. Wekî karekter, bi sadebûna xwe û safîbûna xwe hin jinan bi bîr tîne ku carna ji bo jinên wisa digotin, mîna jinên dema sahabeyan.
“Mîr” û “Alî” du nav in ku hem desthilatiyê hem jî şûrê tûj bi bîr tînin. Mîralî ew nav li xwe nekiriye, bavê wî ew nav lê daniye. Bavê wî jî dawiya dawî ew kes e ku li dû desthilatdariyê bûye. Belkî tişta me dilşad dike ew e ku Mîralî û navê xwe hîç li hev nakin. “Xanim” û qehpiktî jî ne belesev e!
SEMBOL Û ŞÎFREYÊN ROMANÊ
Sembol hene, 'Deqa li binzikê keçikê', 'Kevirê biçûk ê bi sûra Amedê ve' û hwd. Bi qasî min fêm kir, te xwestiye sembolan li romanê bikî. Di romanê de sembol çiqas girîng in?
Carna vegotin û tevn rê nade we hûn hin tiştan lê bikin, heger hûn wan tiştan, çîrok, paşxane û rastiyan tevlî vegotinê bikin îhtîmal e ku vegotin biquse, hûn tevnê hilweşînin, metnê ji çarçoveya edebî derînin. Heger ku li cî be, hûn wekî şîfre bikarbînin ê ji bo xwendevan bibe avantajek, hûnê teklîfatî li xwendevan bikin da ew jî bi ser riyekê bikeve, bifikire, keda xwe tevlî metnê bike.
Mîralî, Alîta, Xanima qehpik, Semîre, her kes qala gotinên bavê xwe dikin. Ev ji çandeke tê, yan te zarokatiya xwe xistiye vê derê?
“Mêr” û “bav” di romanê de bi awayek asteng in; bavê Semîre asteng e, bavê Mîralî her ku siyasetmedar e, li hember desthilatiyê têdikoşe lê dîsa jî li hember evîna Mîralî dibe kelem. Wekî çand her ku her kes ji “bav”îtiyê bi gazin be jî wekî însan-bav hêlek hestiyarî heye. Gelo qalkirin e an pirsek zirav e ji bo xwendevan da karibe bavê xwe, ê ne desthilat, bi hin bîranîn û gotinên wî bi bîr bîne? Karekterên di romanê de bi awayek bi çanda “mê” re reng digirin û xwe li jiyaneke sivik digirin, belkî jî ji ber wê ye, her kes hêlên bavê xwe ên însanî û sivik bi bîr tînin. Ew gotinên ku ji alî bavê wan ve hatine gotin giş “mê” ne, desthilatiyê bi bîr naynin.
Peykerekê dibînin û dixwazin bidizin. Dizîna peykereke dîrokî pirsgirêkek e, şikandina peykerê jî karesateke din e. A rast ji bo çanda gelekî ev her du jî tiştên ne baş in. Lê her du jî di romanê de diqewimin. Em vê çawa şirove bikin?
Peyker ji du hêlan ve bi qîmet e; yek jê ked û serboriya însan, dîroka mirovahiyê temsîl dike. Xwedî zimanekî ye. A din jî ji alî malê dinê ve ‘pere’ dike, li vir talan, dizî û tiştên ne li rê xwe didin der û diqewimin. Ew kêlî kêliyek bi ezmûn e jî. Gelo kîjan însan heya çi radeyî dikare xwe zeft bike?
Heger ku xwediyê peyker hebûya jixwe ê ne di wî halî de bûya, ê peyker di muzeyekê de bûya, însanan li muzeyê lê temaşe bikira, helbet ger biketa romanê jî ê bi wî awayî biketa romanê. Çi hat dizîn, çi şikiya çi jî di bin avê de ma! Kesên ku divê xwedîtî li peykeran bikin jî pirî caran bi destê xwe talan dikin. Li gelek deveran, bi mebesta goristanên filehan in û zêr û zîv tê de hene bermahî û ciyên dîrokî hatine vedan, hilweşandin an jî şikandin. Di romanê de Alîta wekî tewrekê peyker naşkîne, teslîmê ciyê wê dike. Ew, wextê davêje ji bo bide ber dilê Mîralî dibêje, peyker pere nake. Gelo ji ber ku pere nake davêje an jî bira bira xwedî tewrekê ye, em nizanin.
ÇÎROKA KEÇA KURD A CIZÎRÎ KU DIBIN EGEYÊ
Di romanê de keçeke kurd ku tînin Egeyê heye. Çîrokek balkêş e. Min ji vê hez kir. Ev çi ye? Çîrokek wisa ji ku tê? Tiştek wisa bi rastî çêbûbû?
Piştî têkçûyîna Bedirxaniyan, hêzdarekî Osmanî keçikeke bi navê Keja Cizîra Botan, ku bi evîn e, dibe haremê da ji wî re eferim, bêjin, wî bi xelat bikin. Lewre keçik gelek bedew bûye. Li haremê, Keja Cizîra Botan ji ber evîna xwe nexweş dikeve, bedewî pê re namîne. Li gorî mantelîteyê, wê çaxê êdî kêrî kesî nayê bi wî halê xwe ê perîşan. Wê dibin herêma Egeyê, li ciyekê bi cî dikin ku li wir jinên pîr û ên nexweş ên haremê hatine bi cî kirin. Li wir, Keja Cizîra Botan û malbatek kurd ku bi sirgûnî hatine wir, hev û du dinasin. Keja Cizîra Botan ji wan bi yekî re dizewice. Bi ser rê dikevin. Ê biçin Cizîrê. Wextê tên Heskîfê Keça Cizîra Botan gelek ji Heskîfê hez dike û li wir bi cî dibin. Naxwaze biçe Cizîrê, carek din pêrgî evîndarê xwe were.
Tiştek wisa bi rastî çênebûye. Em çîrokên derbarê keç û jinên di haremê de dixwînin, temaşe dikin. Bi awayek çîrokên balkêş hatine jiyîn. Meseleya bi cî kirina li herêma Egeyê, carekê wekî gotegotên ji niştecihekî, bi ber guhê min ketibû. Çiqas rast e nizanim, rast be ne rast be ne muhîm e, wekî honak û gotegot jî bi çîrok û serpêhatiyên jinên haremê re li hev dike.
Beşeke romanê ku tu bibêjî, 'xwezî ne wisa, min wisa binivîsanda' heye?
Ji alî vegotinê de ez çikûs bûm. Piştî nas û dostan pirtûk xwendin xweziya xwe der kirin, ger pirtûk li gorî naverokê berfirehtir bûya, ê xweştir ba gotin. Di vê romanê de wekî terzekê min ceriband. Bandora helbestnivîsîn û çîroknûsiyê jî heye.
Ez dixwazim du pirsan jî derveyî romanê bikim. Ya pêşî: Her nivîskar bi gazinc e 'Pirtûk nayên firotin', weşanger jî wisa. Bi qasî min dît derketina Meşa Moriyan jî hinek ji ber vê dereng ma. Bi ya te ev rast e û aliyê din ê meseleyê jî; ji bo zêdetir bêne firotin tiştên ku bêne kirin hene?
Belê rastiya gazinan heye lê ne ew qas. Problema belavkariyê heye. Meşa Moriyan ji Evrenselê derçû, ji ber ku problema belavkariyê nîn e tê dîtin û kirîn.
Derbarê xwendinê de min di Fûara Pirtûkan a Îzmîrê de gotibû, ger guneh hebe pariya mezin a, çîna navîn e. Ew beş bi piranî li metropolan in, karmend in, mamoste ne, doktor in, parêzer in… Lê bi qasî Çiyayê Qaf ji xwendina bi kurdî dûr in, bi edebiyata kurd biyan in, bawerî bi wan re nîn e ku nivîskarek kurd dikare romaneke xweş, çîrokeke xweş, helbesteke xweş lê bike.
REXNEYÊN NIYETBAŞ Û NIYETXIRAB
Û pirsa dawî jî li ser nivîskariya te: Hin nivîskarên kurd dibêjin 'Cihan Roj gelek dinivîse'. Bi awayê 'her dinivîse' de... Bi ya te zêde nivîsandin pirsgirêk e? Û tu bi xwe difikirî ku zêde dinivîsî?
Heger ku xema wan kesan bira bira edebîyata kurd û nivîskariya Cîhan Roj bûya ê carê “ wan nivîsên pir” bixwenda, binirxanda, min qanih bikira ku pirnivîsîn xisarê dide nivîskariya min. Lê ez ji niyetê bi şik im! Tiştên li cem xelkê bi qedr û qîmet e li cem me qebhet e; an problem di xelkê de heye an jî mantiqê me bi problem e.
Belê ez pir dinivîsînim. Hijdeh sal in dinivîsînim. Wexta gelek kes li ser maseyan tespîtan dikin, mohrê li nivîskarî û metnên bi kurdî didin ez ked didim. Her roj ji şeş saetên kar ketibe hemî dema mayîn ji bo xwendin û nivîsînê ye. Ji alî cîhana nivîskarî ve ez bi tenê me, ev jî bû sedem ez û nivîs ji bo xwe jiyanekê ava bikin. Dûrbûna ji welat, tenêtî êdî ji bo min bûne avantaj.
Hêja ye em du pirsan ji wan kesan bikin; yek jê, gelo kîjan nivîsa Cîhan Roj ne li rê û li cî bû? Heger ku dirust in, çima li hember edebiyatê bi berpirsiyarî tevnegeriyan û nedan ber rexneyan. (Gere nivîs li gorî dema nivîsîna xwe were nirxandin) A din jî ev e, gelo nivîsên Cîhan Roj ji bo nivîs û berhemên çend kesan bûn sebeb, çavkanî, an jî xizmeta bertekiyan kir da rê bidin nivîsan.
Ez naxwazim mejiyê min piçûk be û devê min hînî belaşiyê bibe! Heya niha xwendevan kêm bûn. Îca hin kesan bi wî awayî dixwestin her nivîskarekî/ê bidin aliyekê û mîna bêjin, binihêre bi tenê ez heme!
Sebra nivîskaran bi kêmanî bi qasî sebra Nebî Eyûb e; ez dinivîsim, dem derman e. Rexneyên ku ji bo min dibin referans û ez gelek qedir lê digirim hene. Derdê min ne ez im, metn in, gere derdê her kesî jî metn bin. Metn jî ne winda dibin, ne jî dimirin.
***
Cîhan Roj kî ye?
Nivîskar Cîhan Roj di sala 1965'an de li gundê Înaqe ya Vartoyê hatiye dinê. Zanîngeha Behra Reş a Teknîkî Beşa Mamostetî qedandiye. Di sala 1993'yan de dest bi nivîsa bi kurdî kiriye û ji wê rojê de heta niha di gelek kovar, rojnameyan de nivîsên wî hatine weşandin.
Heta niha ev berhemên Cîhan Roj derketine:
Ratîka, helbest, Weşanên Sî, 2002
Meyman, çîrok, Weşanên Lîs, 2006
Aqil Diçe Sewda Dimîne, helbest, Weşanên Do, 2008
Deriyê Çîrokê, çîrok, Weşanên Do, 2008
Gîtara bê têl, roman, Weşanên Do, 2009
Meşa Moriyan, roman, Weşanên Evrensel, 2011
**
***
Nivîsên eleqedar:
- Çiya Mazî: Li Heskîfê ‘Meşa Moriyan
- Romana Heskîfê 'Meşa Moriyan' derket