Diyarname
Teknîk Dîrektorê navdar Pep Guardiola piştî serketinên li Spanya û Almanyayê vê carê berê xwe dide Manchaster City. Kûpayên li Îngilistanê li benda Guardiola ne; Ji niha ve li City heyecanê xwe da der.
Navê wî yê rastîn Josep "Pep" Guardiola i Sala ye lê bi kurtahî wekî Pep Guardiola tê nasîn. Ew di sala 1971'ê de li Santpedor ê Barsolanaya Katalanyayê hatiye dinê. Di tîma jêrîn a Barselonayê de dest bi lîstikvaniya fûtbolê kiriye û paşê di hin tîmên din de jî lîstiye.
Di sala 2007-2008'an de Teknîk Dîrektoriya Tîma B a Barsolanayê kiriye û dûre di sala 2008'an de bûye Teknîk Dîrektorê Barselonaya mezin ku heta 2012'yan ev yek dom kiriye. Wî bi xwe dest ji teknîk dîrektoriya Barselonayê berdaye û berê xwe daye Bayer Muniha Almanyayê di sala 2013'yan de.
Wî di sala 2009'an de bi Barselonayê di salekê de 6 kûpa
(Kûpaya La Lîga ya Spanyayê, Kûpaya Qral a Spanyayê, Kûpaya Super a Spanyayê, Kûpaya Şampiyonê Şampiyonan a UEFA'yê, Kûpaya Super a UEFA'yê û Kûpaya Klûbên Dinyayê ya FIFA'yê) girtiye û bûye yekemîn teknîk dîrektor ku di salekê de ew qas kûpa bi dest dixe.
Wî di 24'ê avrêla 2012'yan de ji Barselonayê îstîfa kir û di 16 rêbendana 2013'yan de ligel Bayer Munih peyman îmze kir. Di du salên ku teknîk dîrektorê Bayer Munihê bû di her du caran jî bû şampiyon û du caran fînala Kûpaya Şampiyonan a UEFA'yê lîst.
Guardiola di sala 2009 û 2011'an de ji aliyê UEFA'yê ve wekî Teknîk Dîrektorê Salê hat hilbijartin. Heman pênase di sala 2011'an de ji FÎFA'yê jî girt. Di La Lîga ya Spanyayê de jî di salên 2009, 2010, 2011 û 2012'yan de heman paye girt.
Roja 21.12.2015'an Bayer Munîhê eşkere kir ku Pep Guardola dê di serdema nû de ne li ser karê tîmê be û ji dêvla wî ve dê Carlo Ancelotti bibe teknîk dîrektorê wan.
Niha jî xeber hat ku Guardola di sala pêşiya me de dibe Teknîk Dîrektorê Manchaster City (MC). Malpera fermî ya klûbê got ku wan peymana 3 salan ligel Guardiola îmze kiriye.
Li Lîga Premier a Îngilistanê niha maçên hefteya 23'yan hatin lîstin û MC bi 44 pûanan di rêza 2'yemîn (yekemîn Leicester City ye û 47 pûanên wê hene) de ye.
Klopp xêrhatin lêkir!
Teknîk Dîrektorê alman Jurgen Klopp ku dema berpirsê Dortmund bû reqîbê Guardiola bû û îsal çû Îngilistanê bû teknîk dîrektorê Liverpoolê, xêrhatin li Guardiola kir. Klopp wisa got: "Tiştek ez pêşniyarê wî bikmi tune ye. Tu şik tune ye ew yek ji menejerên serketî yê dinyayê ye. Heta niha li du klûbên mezin teknîk dîrektorî kir û niha jî li City dê karê xwe bike. Li Spanyayê wî her tişt bi dest xist, li Almanyayê jî hema hema ev serketin bi dest xist, niha dê bixwaze li Îngilistanê jî hemû kûpayan bi dest bixe.