Diyarname
"First Folio" (Folyoya Yekemîn) a helbestvanê navdar William Shakespeare derxistin mezatê. Eksperan li dor 4-6 mîlyon dolar buhaya wê diyar kiribûn lê berhem bi 9,98 mîlyon dolarî hat firotin û bi vê yekê rekora buhaya herî mezin a berhemeke wêjeyî bi dest xist.
Ev çapa yekemîn a lîstikên Shakespeare piştî mirina wî di sala 1623'yan de hatibû çapkirin. Niha we berhem li Mezatxaneya Christie's a li New Yorka DYA'yê hat firotin.
Tê gotin ku ji "First Folio"yê 235 heb gihîştina roja îro, lê ev jî tê gotin ku piraniya wan ne têkûz in, yên têkîz, bi temamî encax bi qalî tiliyên destekî hene. Herî dawî di sala 2001'ê de kopyayeke ji van folyoyan bi 6,1 mîlyon dolarî hatibû firotin ku ew jî rekor bû.
(Foto ji Reutersê hatiye girtin)


