Diyarname
Akbankê ji bo 7'emîn Festîvala Kurtefîlman serîlêdan da dest pê kirin. Festîvala ku dixwaze di warê kurtefîlma de bûye wekî platformeke îsal 7'emîn car li dar dikeve. Festîval wê di navbera 7-17'ê adara 2011'an de li dar bikeve û ji niha de li benda berheman e.
Di nav bernameya festîvalê de beşên wekî "Kurteyên Festîvalê", "Beşa Navneteweyî", "Ji Kurteyan Ber bi Dirêjan", "Belgefîlm Sînema", "Kurteyên Zindîkirî", "Nîşandayîna Taybet", û "Ceribandinî" hene. Roja serîlêdanî ya dawî ya festîvalê 04.12.2010 e.
Kurtefîlmên ku beşdar bibin û bikaribin hilbijartina pêşî derbas bibin dê ji wan Kurteyên Festîvalê bêne çêkirin û nîşanî temaşevanan bidin. Her wiha di warê vesazkirin û belgefîlman de jî dê du juriyên cihê wan binirxînin û di her du kategoriyan de jî wê "Xelata Fîlmê Herî Serketî" bidin.
Akbankê ji bo Fîlmê Vesazkirî yê Herî Serketî 8 hezar TL, ji bo Belgefîlmê Herî Serketî jî 8 hezar TL pere wekî xelat diyar kiriye.
Ji bo kesên eleqedar:
www.akbankkisafilm.com
www.akbanksanat.com