Diyarname
Ji sala 1977'an ve Federasyona Tenîsê ya Ewropayê bi navê "Kûpaya Zivistanê ya Ewropayê" tûrnûvaya tenîsê li dar dixe lê îsal ji ber vîrusa koronayê ev tûrnûva dê li dar nekeve.
Tûrnûvaya Kûpaya Zivistanê ya Ewropayê ya 2021'ê lidar nakeve. Federasyona Tenîsê ya Ewropayê di mehên rêbendan û reşemiyê de ev tûrnûva li dar dixist, ji 32 welatan zêdetir sporkarên di temenên 12, 14, 16'an de beşdar dibûn lê îsal hat betalkirin.