Solîn Ehmê / Qamişlo
Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kordîneya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê 6`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di 22`yê cotmehê/kewçêrê de li hola Zana ya Qamişlo vekir.
Pêşangeha bi dirûşma ʹʹPirtûk samanê cîhanê yeʹʹ heta 29`ê kewçêrê berdewam kir. Gelek rewşenbîr û xwîner ji hemû pêkhateyên herêmê beşdar bûn. Her wiha xwendekarên dibistanan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser serdana pêşangehê kir.
Nivîskarên beşdarî pêşangehê bûne gotin pêşangeh, roleke çalak di piştgiriya nivîskaran de lîst ku pirtûkên xwe pêşkêş bikin û şêniyan teşwîqî xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê bikin û çand û dîroka xwe nas bikin.
Endamê Komîteya Amadekar a Pêşangehê Pirtûkan a Şehîd Herekol, Ebûd Mexso got: ʹʹRoj bi roj hejmara serlêder zêde bûn. Îsal me hewl da hemû rexneyên par ên li me bi taybet ên girêdayî bihayên pirtûkan derbas bikin. Piraniya pirtûkên xwecih, ji salên borî erzantir bûn.”
Li rex hewldanên Komîteya Amadekar, di pêşangehê de pêşbirgkên çandî hatin lidarxistin û kesên serkeftî bi pirtûk hatin xelatkirin. Her wiha pirtûk bê pere li serlêderan hat belavkirin. Panel û şahiyên îmzekirina pirtûkan hatin lidarxistin.
RÊJEYA KIRÎNA PIRTÛKAN
Di pêşangehê de zêdetirî 50 weşanxane, pirtûkxane û saziyên çandî yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şam, Heleb, Laziqiye, Iraq, Başûr û Bakurê Kurdistanê, Misir, Tirkiye, Belçîka û dewletên din ên Ewropa beşdarî bûn. 130 hezar pirtûk bi 13 hezar serenavên cuda û mijarên cuda; dîrokî, wêjeyî, siyasî, civakî, bi zimanên erebî û kurdî (kurmancî, soranî û zazakî), inglîzî û fransî hatin pêşandan.
Ebûd Mexso diyar kir ku îsal herî zêde serlêder pirtûkên bi zimanê kurdî dikirîn ku mijarên wê dîrok, lêkolîn, folklor û çanda kurdî bûn, lê kirîna roman û helbesta kurdî îsal kêm bûn.
PIRTÛKÊN BI KURDÎ JI ZIMANÊN DIN ZÊDETIR HATIN FIROTIN
Mexso destnîşan kir ku kirîna pirtûkên bi zimanê kurdî ji zimanên din bêtir û got, ev yek asta girêdana wan a bi dîroka kurdî û parastina zimanê dayikê nîşan dide.
Mexso têkildarî pirtûkên kurdî yên hatine kirîn, hejmareke zelal bi bîr nexist, lê belê agahiyên xwe spartin weşanxaneyên beşdarî pêşangehê bûbûn.
PLANSAZIYA BÊ YA KOMÎTEYA AMADEKAR
Ebûd Mexso balkişand ser plansaziya wan a sala bê û got: ʹʹÎsal, cih teng bû. Ji ber wê me bi Rêveberiya Xweser re nîqaş kir ku ji bo sala bê cihekî mezintir diyar bikin da ku pêşangehê lê vekin."
Her wiha Mexso îşaret bi armanca yekemîn a pêşangehê kir û got: ʹʹArmanca me ji vekirina vê pêşangehê, pêşxistina civakê û teşwîqkirina beşên wê li ser xwendin û nivisandina bi hemû zimanan e. Di sala yekemîn a pêşangehê de, me texmîn nekir ku bigihîjin vê astê û bi hezaran pirtûkên cihereng ji welatên cuda yên cîhanê di pêşangehê de werin pêşandan.ʹʹ
‘DIBISTAN ROLEKE GIRÎNG DILÎZIN’
Di dawiyê de Ebûd Mexso got: ʹʹPirtûkên Rêveberiya Xweser ên di dibistan, peymangeh û zanîngehan de têne fêrkirin, roleke çalak di pêşxistina zimanê kurdî de lîst. Bi rêya vê pêşangehê elaqeya ciwanan li ser kirîna pirtûkên bi zimanê kurdî balkêş bû.ʹʹ
Pêşangeh bi xelatkirina dayika şehîd Herekol, weşanxaneyên beşdar û serlêderan bi dawî bû. Her wiha hate ragihandin wê pirtûkên 5 nivîskeran werin çapkirin ku dê sala bê di pêşangehê de werin pêşandan.
ANHA
*
Nûçeyên Eleqedar:


