Rizoyê Xerzî
Her kesê ku li vî welatî dijî kêm zêde bi baldarî encamên hilbijartinan şopandin û kêm zêde her kes dizane ku kurd vê carê bi baldarî tevgeriyan û “bi izn û qeweta Xwedê” û bi xwedî derketina li dengên xwe, hejmara şaredariyên xwe ji 55’an kirin 99. Çavên me tevan ronî be û ev serkeftinek ev gava herî girîng ber bi azadiyê ve, bibe sedem ku em hê zêdetir li ser bajar û gundên xwe rawestin û em rêveberiya bajarên xwe bi xwe bikin.
Mijara min a vê nivîsê tiştekî din e, ez dixwazim hinekî ji we re behsa nêzîkaya hin kanal û çapemeniya kurdan bikim. Wekî mînak Kurdsatê, roja êvara hilbijartinan nûçeyek ku behsa hilbijartinên Tirkiyeyê dike amade kiribû.
Di wê nûçeyê de ji bilî Erdogan û Gul behsa tu tiştekî din an partiyeke din nehate kirin. Ne ji qenc ne jî xirab ne navê partiya kurdan DTP û ne wêneyê kesekî ji wê partiyê di nûçeya wan de hebû.
Ev yek di medya tirkan de normal e, em hîn bûne lê Kurdsat jî bibe turksat an jî jê wêdetir bibe Erdogan sat bikî nekî hinekî zora mirov diçe.
Bûyerek din a ecêb kanalek bi navê Gelê Kurdistan e. Ew jî berî rojekê ji hilbijartinan li min geriya û xwest ku ez bîr û baweriya xwe der heqê hilbijartinan de bînim ziman. Min jî ji wan re behsa hin texmînên xwe kir û hinekî behsa rastiya AKP'ê kir û min got wê kurd êdî bi wan partiyên pergalê neyên xapandin û wê dengê xwe vê carê bidin xwe û hwd.
Ez serê we ne êşînim, piştî saetekê ew camêr û ciwanik dîsa li min geriyan û dîsa heman pirsên xwe dubarekirin.
Min got, heyra min bersiva wan pirsên we dabû.
Camêr got: Mamoste bi wan gotinên te wê navbera me û hikumeta AKP'ê xirab bibe, tu karibî hinekî din giştî bê ku tu AKP rexne bikî wê baştir be.
Min got, heyran hûn sed carên din jî bigerin wê gotinên min ji yê berê dijwartir jî bibin.
Ma hûn dixwazin ez bîr û baweriyên xwe li gorî kanala we eyar bikim. Ya baş hûn ji xwe re li mirovekî ji TRT Şeş an jî dostekî AKP'ê bigerin ji bo li gorî dilê we biaxive. Pêwîst e ku di vî warî de rola Roj TV neyê jibîrkirin, bi rastî xebatkarên Roj Tv bê rawestan di hemû pêvajoya hilbijartinan de xwedî li DTP'ê derketin û roleke girîng kir ji bo pêşîgirtina li lîstikên li dijî kurdan. Dest û dilê hemû xebatkaran Rojê sax be.
Lê ji bo wan kanalên din bi rastî jî tiştekî gelekî ecêb e, televîzyoneke qaşo kurdî û navê wê qaşo Gelê Kurdistan çawa ew qasî eşkere propaganda dijminê koka kurdan dike. Îcar ez tiştekî nabêjim hema hûn dizanin çi ji dilê we hat wê bêjin ez bawerim piştî van encaman her kes divê kumê xwe deyne ber xwe û ji nû ve hinekî bi rasteqînî bifikire, ne wekî berdevkê hikumetê Cemîl Çîçek serkeftina kurdan wekî talûke û xetereyê binirxîne, ji xwe hevseroka DTP'ê Emîne Ayna li ser wê mijarê bersiveke xweş da û got: “Bila serokwezîr berdevkê hikumeta xwe bibe nîşanî doktorekî psîkolojîk bide”.
Ma hûn çi dibêjin, dizanim bersivê xweş li ba we jî hene, bimînin di xêr û xweşiyê de dem xwe.
Ji Azadiya Welat hatiye girtin