Diyarname
Li Tirkiyeyê piştî qedexeya 908 rojan malpera Youtube azad e lê hê li dor 7 hezar malper qedexe ne.
Yek ji welatên ku sansur datîne ser înternetê Tirkiye ye. Ev du sal û nîv bû li Tirkiyeyê malpera parvekirina vîdeoyan Youtube qedexe bû. Sedem jî çend vîdeoyên li ser Ataturk. Piştî 908 rojên qedexeya li ser Youtube vîdeo ji malperê hatin rakirin û dadgehê jî qedexeya li ser Youtube.
Youtube azad bû lê li Tirkiyeyê niha li dor 7 hezar malper hê jî qedexe ne ku têde malperên kurdan jî hene.