Amed
Tîmê Taybet ê berê Ayhan Çarkin şeva din derket bernameya Arenayê got: Me bi sedan kes kuştin.
Tîmê taybet ê berê Ayhan Çarkin ku di doza Susurlukê de ceza xwaribû şeva çû derket bernameya Ugur Dundar "Arena"yê ku di Star TV de hat weşandin. Çarkin li ser kuştinên li bajarên kurdan wisa got: "Di dema têkoşîna bi terorê re de dibe ku me 1000 kes kuştibin."
Di van bîst salên dawîn ên li bajarên kurdan de gelek kurd hatin kuştin û hê kiryarên van bûyeran ne diyar in. Rojekê kamyoneke bi ser erebeyekê qelibî li Susurlukê Û wê çaxê gelek tişt derketin holê. Midûrê berê yê emniyetê Mehmet Agar qala "Me hezar operasyon pêk anîn" kir, lê hê kesî hesaba van operasyonan jê nepirsiye. Ji tîmên taybet ê berê Ayhan Çarkin ku wî jî di doza Susurlukê de ceza xwe, duh êvarê bûbû mêvanê Arenayê.
Çarkin wisa got: "Qezaya Susurlukê lembeyeke ku Ergenekonê ronî dike."
Ayhan Çarkin ku di bernameyê de bersiva hin tiştan nedida, hin tişt tenê bi peyvekê dianî ziman, lê hin tişt jî got, wekî vê: "Di dema têkoşîna bi terorê re de dibe ku 1000 kes hatibin kuştin."
Her wiha Çarkin got ku ew hatine xapandin û got: "Ez bi dilfirehiyek mezin îtiraf dikim ku em şoxilandin. Dema qeza pêk hat min ev yek ferq kir, lê em her tim bêdeng man."