Amed
Parêzerê Hatip Dicle, parêzer Fethi Gumuş biryara YSK'ê nirxand û got: "Ji bo biryar bê guhartin emê bi daxwaznameyê serî li YSK'ê bidin. Hatip Dîcle bi awayekî hiqûqî mebûsî bi dest xistiye. Biryara ku YSK'ê girtiye bi temamî siyasî û kêfî ye. Digel ku ji aliyê isûlê ve derfet nîn be jî emê bi daxwaznameyeke serî li YSK'ê bidin ku vê biryara xwe bi paş ve bikişîne. Rewşa YSK biryarê biguherîne û biryara xwe betal bike heye. Berî hilbijartinê jî biryareke wisa dabû û li ser îtîraza me YSK'ê bi paş ve gav avêtibû. Heman rêbaz û isûl vê carê jî dikare çêbibe. Ger YSK vê biryara xwe bi paş ve nekişîne, ji ber ku bikyar berevajî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye emê mijarê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê."
Gumuş nirxandina hin kanalên televîzyonê ku ji dêvla Dicle vê dê kesek din wekî mebûs bê qebûlkirin û biçe meclisê jî wisa got: "Ev rewş bi temamî berevajî zagonê ye. Dicle di 12'yê pûşpera 2011'an de hatiye hilbijartin û me ji Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr mazbataya wî girtiye. Ji aliyê pêvajoyê ve ne mimkûn e kesek din bikeve cihê Dicle. Ev yek berevajî Zagona Mebûsan û Zagona Bingehîn e jî."
***
Nûçeyên eleqedar:
- YSK'ê mebûsiya Hatip Dîcle betal kir
- Hatip Dicle anîn Lijneya Hilbijartina Amedê
- Hatip Dicle dê bikaribe bibe mebûs


