Bi 140 hezar dolarî Theron maçî kir
Diyarname
Ji bo hûn Charlize Theron maç bikin hûnê çiqas pere bidin? Bersiva we çi dibe bila bibe ji bo maçeke 20 saniyeyî jineke tam 140 hezar dolar da.
Li San Franciscoya DYA'yê ji bo alîkariya weqfekê maçkirine bi lîstikvana navdar Charlize Theron re bi mezatê hate firotin.
Lîstikvan Charlize Theron a ji Baþûrê Afrîkayê di mezatê de pêþî rêwîtiyeke ji bo Baþûrê Afrîkayê ya sala 2010'an de ji bo alîkariya weqfê xist mezatê û firot. Ev yek ji 37 hezarî hat firotin. Ji ber ku hindik pere kom bûn Theronê pêþniyareke din kir: Maçkirineke 7 saniyeyê ya bi wê re.
Di vê mezatê de jineke ku navê wê nehat eþkerekirin bi 140 hezar dolarî maçkirineke 7 saniyeyê ya bi wê re stand.
Û dest bi maçkirinê kirin, ne 7 saniye maçkirin 20 saniye dom kir. Theron ku hezkiriya wê lîstikvan Stuart Townsend e wisa got: "Baþ e ku îþev hezkiriyê min ne li vir bû."
Charlize Theron di 7'ê gewalêja 1975'an de li Benonî ya Afrîkaya Baþûr hatiye dinê. Diya wê Gerda alman, bavê wê Charles jî bi eslê xwe fransiz e.
Dê û bavê wê þîrketeke çêkirina rêyan dida xebitandin. Wê di 16 saliya xwe de des bi modelî kir. Wê di dema ku li bankeyê bi xebatkarekî bankeyê re þer kir, wê demê menajenekî lîstikvanan John Crosby ew kiþf kir û navnîþana xwe dayê. Theron dûre li Crosby geriya û gav avêt nav lîstikvaniyê.
Wê di sala 2003'yan de Xelata Lîstikvana Herî Serketî ya Oscarê girt.
Ew ji sala 2001'ê ve bi hezkiriyê xwe Stuart Townsend re dijî.
Theron di sala 2006'an de di lîstiya Jinên ku Herî Zêde Pere Kar dikin de bi rola di fîlmên North Country û Aeon Flux de 10 mîlyon dolar girtibû piþtî Halle Berry, Cameron Diaz, Drew Barrymore, Renée Zellweger, Reese Witherspoon, Nicole Kidman di rêza 7'an de cih girt.