Diyarname
Weşanxane û Pirtûkxaneya Wezartea Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê lîsteya nivîskarên ku herî zêde pirtûkên wan li zimanên biyanî hatine wergerandin eşkere kir.
Hate gotin ku di çarçoveya TEDA (Pêşîlêvekirina ji bo Derve ya Wêjeya Tirk) de 580 berhemên bi tirkî li 50 welatan li 40 zimanî hatine wergerandin. Wezaret ji bo wergera biyanî di bin projeya TEDA de piştgirî dide wergerê ku berhemên bi tirkî li zimanên biyanî bêne kirin.
Di 6'emîn salvegera vê projeyê de herî zêde berhemên van nivîskaran li zimanên biyanî hatine wergerandin:
Orhan Pamuk: 58
Orhan Kemal: 35
Ahmet Hamdi Tanpinar: 26
Aytul Akal: 25
Mevlana Îdrîs Zengîn: 17
Perihan Magden: 17
Mario Levi: 17
Reşat Nuri Guntekin: 15
Elif Şafak: 15
Oya Baydar: 12