Polîsên alman avêtin ser studyoya televîzyona kurdî û mala xebatkarên wê. Polîsan dest danî ser hin dokumanan.
Li Almanyayê vê carê polîsên alman avêtin ser studyoya Viko ya ku bi Roj TV re kar dike. Di heman demê de avêtin ser 15 malan ku ew jî bi Vîko re kar dikin. Di nav kesên ku avêtine ser mala wan rojnameger Faysal Dagli, Kamer Soylemez û Erdal Aliçpinar jî hene.
Polîsan dest danîn ser hin kompîtur û dokumanên studyoyê.
Vîko ku ji bo Roj TV bernameyan çêdike yek ji studyoyên baş e ku xebata li ser televîzyonê dike.
Lijneya Weşanê ya Roj TV piştî van serdegirtinan daxuyaniyeke weşand û wiha got: "Careke din mafê bi destxistina agahiyan a kurdan û parastina çanda wan di bin tehdîdê de ye."
Der heqê li ser serdagirtina studyo û mala rojnamegeran de dewleta alman tu daxuyanî neweşand.
Polîsên alman du sal berê jî avêtibûn ser rojnameya Ozgur Polîtîka û Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê û ev sazî girtibûn.