Nûçe-Analîz
Roja 23'yê mehê pevçûnek di navbera endamên PWD (Partiya Welatparêzên Demokrat a Kurdistanê) çend kesên ku îdîa kirin ku PKK'yî de ne derket. Yek ji wan "PKK'yiyan birîndar bû ku rakirin nexweşxaneye".
Kesên ku di sala 2004'an de ji PKK'ê veqetiyan bûn PWD ava kiribûn. Di nav van kesan de Osman Ocalan, Nizamettin Taş, Kanî Yilmaz û hin hevalên wan ên din jî hebûn.
Roja 22'yê mehê li gor îdîayan hin PKK'yiyan kamera danîbûn ber xaniyên wan ku ew dişopandin, û roja 23'yê mehê hatibûn ku wê kamerayê bibin. Di wê demê de ew hatine ferqkirin û pevçûn derketiye. Yek ji wan "PKK'yiyan" birîndar bûye, ew qufaltine û teslîmê ewlekariya Başûr kirine.
PWD'ê di daxuyaniyekê de li ser bûyera duh (23.08.2013) li bajarokê Koyê ragihand ku êrîşa duh a li dijî endamên wê partiyê ji aliyê PKK'ê ve hatiye organîzekirin û pêkanîn.
Hat îdîakirin ku ev kesên hatine êrÎşê bikin ji Mexmûrê hatine.
Hidir Sarikaya ku ew jî hevalê Taş û koma wî ye, bûyer piştrast kiriye. Osman Ocalan li ser bûyerê ji bo Ajansa Anadoliyê (AA) wisa gotiye: "Li nav PKK'ê ev 3-4 salên dawî bû ku kuştinên nav xweyî rawestiyabûn. Abdullah Ocalan di sala 2006'an de ev înfaz dabûn rawestandin. Lê niha hinek dixwazin vê qedexeyê binpê bikin. Yê me jî tirsa canê me heye."
'Ev karê kesên dixwazin provakasyonê bînin e'
Ji Kampa Mexmûrê rayedarekî gotiye ku ev îdîa ne rast in, bûyer wekî provakasyon bi nav kiriye û wisa gotiye: "Ew nivîsa A4 ku li ser yê girtî hatiye girtin ku li Mexmûrê rûdine, hema her kesek piçek ji kompîturê fêm bike dikare nivîsek wisa amade bike. Îhtîmaleke mezin ev wisa ye. Ev bûyer, di vê pêvajoyê de karê kesên ku dixwazin provakasyonê çêbikin e."
Em niha vegerin ser hin xalan:
- PWD ne partiyeke bihêz e û dijî PKK'ê şer dike ku PKK dijî wê dest bi şerek wisa bike. Bi qasî tê zanîn PWD niha ne di nav dijberiya PKK'ê de ye jî, dê PKK çima tiştek wisa bike?
- Dema di 2004'an de gelek kesên ji PKK'ê veqetiyan û di bin sîwana PWD'ê de hatin ba hev, di heman demê de hinan xwest dijî PKK'ê dest bi têkoşînê bikin jî PKK'ê êrîşê wan nekir, niha çima dê bike? (Meseleya kuştina Kanî Yilmaz tenê li holê heye, ew jî meseleya nîqaşê ye)
- Îsal di yek ji hevdîtinên xwe de Ocalan gotibû kesên ji PKK'ê veqetiyane bi wan re jî têkilî deynin, bila xwerexneyiya xwe bidin û bên nav rêxistinê. Di dema ku hewldaneke wisa hebû de dê çima PKK êrîşeke wisa bike?
- Di dema ku PKK yek ji rêxistinên organîzekar ên partiyên mezin (ligel PDK û YNK) ku Kongreya Neteweyî organîze dikin de, û di dema ku li ser yekîtiya hemû kurdan disekinin de dê çima PKK berê xwe bide rêxistineke wisa?
Û gelek pirsên din hene ku li benda ronîkirinê ne.
Wekî notek: Ji ajansên nêzî PKK'ê heta niha tu nûçe li ser bûyerê nehatiye weşandin.
Foto: Ji Rûdawê hatiye girtin