Bawer Yoyler
Êdî nedixwest fêrî xwe bibe û bezekî bêzar li gewdeyê wê pêçabû. Ma qey jixwe revîn tiÅŸtekî xweser e. Bêlome ez jî nizanim dibe ku di tenêtiyê de li çareseriyekî digere û tenê xwe spartiye wî dara stûr, çavekî li wî asîmanê sayî, çavekî jî li heja pelên darê ye.
Pêra delavek piçûk ji devê lûlika kaniyekî li wê çolê diherike tu dibêjî xeta cihoka avê ye wisa xwe kovelankiriye, wekî herka marekî ax qelaÅŸtiye.
Çiv çivînekî bûye wisa xaçerêyekî wekî ku tu dest xet bikî diÅŸibiya tîpa nivîsekî pêra dûre dûr wekî ku navnîÅŸanekî bide niÅŸan, wekî terikîbû pêda diçû kêÅŸ bi kêÅŸ ..
Bi wê herkê re di ber pêlava wê re xulîna avê bi dengekî tenha diherike ber bi newal û geliyan ve û bi xuÅŸînê xwe berdide jêr. Bi mêzekirina wê kûrahiya herka avê re çivîkekî li ber cihoka ku ji ber lingê wê diherike nikulê xwe di avê de dike, vedixwe û ew jî bi têr û tije li hal û hewalê çivîkê temaÅŸe dike.
Êdî hiÅŸê gewdeyê tenê hiÅŸê ku dixwest ji qerebalixan dûr bikeve her wiha dikeve nav lêgerîna çawahiya fetlên çerxa demê. Li wir her tim fikrekî ji bo demên borî ku di hiÅŸê sews û mat de ye sê rêzkê dileyîze wekî ÅŸahê di kiÅŸikê de, stûyê xwe bi ser wezîr de ditewîne, kiÅŸê hemû neyîniyên ku di nav fitlû livbaziyê de ne dike.
Li ser van çalakiyên ku bi tevgerek kiÅŸikî dixwaze xwe bigehîne bingeha rêyekî rast û berê xwe ji neyîniyan veguheze gulekî diyariyê pêÅŸerojek aÅŸtîxwaziyê bike.
Hema dibêje de bira kevokên dilê min ji xweÅŸhalî û xweÅŸ rewÅŸî re fir bidin û her wekî dibêje: A rast jî ew e ku ez bi rêyekî aÅŸtiyane dil û derûnê xwe xweÅŸ û azad bikim.
Ji keft û leftên vê cîhanê re serî nayê derxistin. De bila be ezê baskên te yên aÅŸtiyane bi dilgermî pêÅŸwazî bikim, tenê were ezê destê te bigrim bila dil di gel dilan germ bibe, pevçûn kuÅŸtiyê aÅŸtiyê ye, aramî guleke li nav ÅŸaxê jiyanê.