• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Edebiyata kurmancî a modern

Dîrok : 22 04 2011 | Beþ :

Serbest

Cîhan Roj*

Ji bo eleqeya we sipas dikim.

Emê hewl bidin behsa edebiyata kurmancî a modern bikin.

Edebiyata kurmancî a modern bi kîjan berhemê re dest pê kir? An jî di kîjan berhemê de bi çi awayî taybetiyên modern xwe dane der? Pirsên wisa hê jî bi temamî nehatine bersivandin.

Ji ber ku lêkolînên der barê berhem û metnan de kêm in zor e ku însan destnîþan bike bê di edebiyata kurmancî de gavên modern çi wextî bi çi awayî hatine avêtin.

Tiþta ku îro roj dîyar e ev e ku wekî derdor kovara Hawarê gavekî berbiçav a wêjeya kurd ya modern e.

“Heta sala 1980’ê, ji bilî Erebê Þemo, Eliyê Evdirehman, Mîroyê Esed, Heciyê Cindî û Seîdê Îbo romanivîsên kurmancîaxêv derneketine. Hingê, heta sala 1980’ê, hejmara romanivîsan 5 û ya romanên kurdî jî 12 bû.
Heta sala 1990’î hejmara romanivîsan bûye 14. Hejmara romanên kurmancî heta sala 1990’ê, 27 bû.
(Ýbrahim Seydo Aydoðan)

Ev agahî besî me ne bê edebiyata kurd di qonaxeke dûvdirêj de di çi halî de bûye.

Heya salên nodî bi gelemperî nivîskaran bêtir “rewþa heyî” destnîþan kirin. Xwestin bala xwendevan bikiþînin ser rastî û rasteqîniyê. Nivîskaran serpêhatiyên xwe û ên civakê qeyd kirin. Helbet lêgerîn û ceriban xwe di berheman de dane der.

Piþtî salên nodî zextên li ser zimên hinekî hatin sist kirin. Ev bû sedem ku nivþek xwe bide der. Bi tevî nivþê nodî edebiyata li sirgûnê jî ket rojevê. Ezê hêlên polemîkî bidim aliyekê û behsa rehmetî Mihemed Uzun bikim. Wî bi berdewamî behsa edebiyata modern û girîngiya takekes dikir. Lê di berhemên wî de jî em dibînin ku wî xîtabî civakê kiriye, hewl daye bin hiþê civakê deþîfre bike û hin gunehên qewimînên dîrokî bi bîr bixe. (Romana wî a dawî ne tê de.)

Her ku berhemên wî bi kurmancî nehatibin xwendin jî, her ku hin rexneyên me hebin jî berhemên wî bûne sedem ku li vî welatî der barê edebiyata kurmancî de gengêþî xwe bidin der.

Wekî edebiyata me a devkî edebiyata me ya nivîskî jî hê veþarî ye. Li zimanên dî bes nayê wergerandin. Ji bilî berhemên rehmetî Mihemed Uzun medyaya vî welatî bes eleqe rê berhemên dî neda/nade. Ev balkêþ e.

Ji ber ku wext li me teng bû ezê xal bi xal çend tiþtan bi bîra we bixim:

1. Ji bo xwendinê piþtgiriya çîna navîn gelek muhîm e. Bi piranî kesên kurd ên ji çîna navîn li metropolan dijîn û xwendina edebiyata kurdî ji xwe re nekirine xem. Heger guneh hebe ev guneh bi piranî pariya wan kesan e.

2. Di wêjeya modern de hilweþandina tabûyan helwestek e lê di edebiyata kurd a modern de ji ber halê romantîk nivîskar li hember tabûyan bêqerar dimînin.

3. Hin kes bi tevî baþ bi kurmancî nizanin jî hewl didin ji bo edebiyata kurmancî bibin referans. Agahiyên ku didin ansîklopedîkî ne. Ji ber ku baþ bi kurmancî nizanin nikarin bi awayek analîtîk berheman binirxînin. Hewl û hewesa populerbûnê nahêle detayên di edebiyata kurmancî de bêne gengêþîn.

Li nav civaka me fikrek wisa heye, “Gelo nivîskarên kurd dikarin wêjeyek xurt derxin holê?” û her bi þik li meseleyê dinêrin. Ez dixwazim bipirsim: Çima nebe? Yên ku bi kurdî nizanin jî bi tundî berhemên bi kurdî hatine nivîsandin rexne dikin û îdîa dikin ku naveroka wan a bandorker nîn e. Li îhtîmala wêjeya kurdî dê bi ser bikeve jî bi erênî nanêrin.

4. Hindik be jî em dikarin behsa bazara kurmancî bikin.

5. Ji bo wêjeyeke modern gerek ziman di her warên modern de cî bide xwe. Heya niha edebiyata me derfetên çand û vegotinên wêjeya devkî bi kar dianî. Îro roj kurmancî di warên dî de jî cî dide xwe. Berî demekê li Amedê komxebatê di warên îdarî û hunerî de term afirandin. Gavên wisa dê bibin sedem ku wêje bêtir bi pêþ bikeve.

Ziman jî wekî kesan xwedî þexsiyet e. Çerçawa hêlên baþ û ên nebaþ ên þexsan hene ziman jî di heman halî de ye. Ji bo xatirê kurmancî gerek em karibin ‘li hember kurmancî’ jî têbikoþin! Heger ku hûn ziman bi peyva “pîroz” der bibin û nexwînin tu qîmeta wê tune ye. Çalakiya herî bi wate ji bo ziman xwendin e. Edebiyat rih dide ziman, tehm û çêjê dide ziman.

6. Li çend ciyan komên xwendinê hatine avakirin. Berheman dixwînin û dinirxînin. Gavên wisa muhîm in. Di edebiyata kurmancî de îro roj berhemên cuda têne afirandin. Êdî xwendevan jî bi alternatîf in.

7. Edebiyat tehm û çêj e. Ji bo jiyaneke normal xwendinên edebî muhîm in. Ez mereq dikim; ger rojekê pirsgirêka kurd were çareserkirin gelo wê valahiyek xwe di dilê însanan de bide der an na? Ji ber xemên wisa jî ji niha de em dest pê bikin û bixwînin.

8. Em hê jî bi derfetên zimanê xwe biyan in. Ez her tim mînakekê didim; li devera Serhedê wexta berfa pêþî dikeve, dibêjin, “Berf do bi qasî dermanê þevekê barî ye.” Ev derbirîn hem edebî ye, hem jî gelek xweþ e. Lê ku ev derbirîn di helbestekê de xwe bide der gelo ê çend kes karibin jê fam bikin?

9. Wekî gotina dawî ger Shakespeare li zimanekî hatibe wergerandin em ji bo wî zimanî û ji bo edebiyata wî zimanî dibêjin, oxira te a xêrê be, rê li te vekiriye.

*Ji gotubêja li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê

cihanacirokan@hotmail.com 

***

Nûçeyên eleqedar:

- 'Wêjeya kurdî eleqeya divê nabîne'

- Li Îzmîrê panelek li ser wêjeya kurdî ya modern

- Weþanxaneyên kurd beþdarî Fûara Îzmîrê dibin

Hûn dikarin li van jî binêrin

Ji Mûsa Þanak 3 helbest

Ji Mûsa Þanak 3 helbest

02 05 2022

Ji deftereke min çend tiþtonek

Ji deftereke min çend tiþtonek

01 05 2022

Aþa êþên jinan

Aþa êþên jinan

27 04 2022

Roja Rojnamegerên Kurd pîroz be

Roja Rojnamegerên Kurd pîroz be

22 04 2022

Ev jî hene

Rexneyek li Rexneya Þêxo Fîlîk ya derheqê Rû û Kûr de

Rexneyek li Rexneya Þêxo Fîlîk ya derheqê Rû û Kûr de

21 10 2018

Ez xerîb im

Ez xerîb im

25 05 2009

Bila HDP li meclisê be yan na?

Bila HDP li meclisê be yan na?

23 11 2016

Tirkiye li dora maseya Tillerson a ji bo Sûriyeyê nîn e

Tirkiye li dora maseya Tillerson a ji bo Sûriyeyê nîn e

14 01 2018

Rewþa hewayê qirêj e

Rewþa hewayê qirêj e

12 03 2009

Nivîsên Nû

Dilþêr Bêwar

Peþkên Þevê : 2

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Play off û Amedspor of of!

Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Baskên ‘edebiyatê’

Omer Dilsoz

Cemîl Andok

Erebe

Cemîl Andok

Dilþêr Bêwar

PEÞKÊN ÞEVÊ

Dilþêr Bêwar

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname