Diyarname
Nivîskorê romana "Donkîşot" Cervantes ku li dinyayê navdar e, ji bo 400'emîn salvegera mirina wî hin çalakî têne lidarxistin. Di vê navberê de gora wî ya ku par hatibû dîtin jî ji bo turîzmê hate vekirin.
Gora Cervantes li Dêra hat dîtin, niha bi biryara Şaredarê Madrîdê Manuela Carmena gora wî kirin muze û ji bo tûrîzmê hat vekirin. Muze 22'yê vê mehê hat vekirin û bilêtên wê jî bi 2 Euroyan têne firotin. Heta dawiya îsal dê her rojên în û şemî vekirîbe.
Ji bo 400'emîn salvegera mirina Cervantes li Alcala de Henares ku Cervantes li wê navçeyê hatiye dinê dê çalakiyên bibîranîna wî bêne lidarxistin.


