Diyarname
Pirtûka bi navê "Girtî" a Melîh Cevdet Anday ku di nav wêjeya tirkî de xwedî cihekî girîng e ji hêla Cuma Çîçek ve ji tirkî bo kurdî hate wergerandin. Pirtûka ku mijara wê lîstika şanoyê ye, ji hêla Weşanên Aramê ve hate çapkirin.
Lîstika Melîh Cevdet Anday a bi navê "Girtî" çîroka mamosteyekî ku sêsed û çil û pênc roj in ku di bin çavan de ye vedibêje. Bûyer, li welatekî wisa derbas dibe ku polîs bêyî ku biryara tewqîfkirinê hebe, dikare kesekî heta hetayê di bin çavan de bihêle. Anday, di vê lîstika xwe de balê dikişîne ser bandorên neyînî yên şert û mercên girtîtiyê. Her wisa Anday bersiva pirsa kesekî bindest çawa vediguhêze zordestê xwe bi zimanekî wêjeyî radixîne berçavan û mijarên wekî zayendîtî, namûs û dilsoziyê jî di lîstika xwe de dide nîqaşkirin.
Pirtûka navborî ji hêla lêkolîner Cuma Çîçek ve ji tirkî bo kurdî hatiye wergerandin. Çîçek li ser sedemê wergerandina vê di pêşeka pirtûkê de wiha dibêje: "Warên zanistê wekî felsefe, civaknasî, dîrok, derûnnasî, siyaset; warên çand û wêjeyê wekî helbest, çîrok, kurteçîrok, ceribandin, roman, şano, sînema; warê perwerdehiyê; warê jiyana rojane ya bajêr, warên sereke ne ku divê zimanê kurdî bê bipêşvexistin û ji aliyê gel ve bi awayekî girseyî bê bikaranîn. Ji bo ku zimanê kurdî di van waran de bi pêş bikeve, amûr û rêbazek jî wergerandina berhemên sereke ye, ku di van waran de bi zimanên din derketine. Berhema ku di destê we de ye parçeyek ji hewldana dabînkirina vê pêdiviyê ye. Dil dixwaze ku aktor û niwînerên çandî, siyasî, civakî ku ji bo azadiya gelê kurd dixebitin, rêveberiyên heremî, pêdivî û girîngiya wergerê bibînin û alîkarî bikin û piştgirî bidin hewldanên bi vî rengî."
Melîh Cevdet Anday- Di sala 1915’an de li Stenbolê ji dayik dibe. Ji bo xwendina civaknasiyê di sala 1938’an de diçe Belçîkayê. Ji ber Şerê Cîhanê yê Duyemîn vedigere welêt. Di sala 1942’an de di Miduriyeta Weşanê ya Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî de dest bi şêwirmendiyê dike. Piştre di Pirtûkxaneya Enqereyê de karmendî dike. Di rojnameyên "Tercüman", "Büyük Gazete", "Tanin" ve "Cumhuriyet"ê de rojnamegerî, nivîskariya pêkenokan û rêveberîtiya rûpelên hunerî dike, nivîsên ezmûnî dinivîse. Di sala 1954’an de di Beşa Şanoyê ya Konservatuara Şaredariya Stenbolê de mamostetiya fonetîk û dîksiyonê dike. Di sala 1977’an de ji wir teqawît dibe. Di nav salên 1964 û 1969’an de di Lijneya Rêveberiyê ya TRT’yê de cih digire. Di sala 1979’an de wekî Şêwirmendê Çandê yê Navenda Giştî ya UNESCO’yê diçe Parîsê. Di sala 2002’yan de jiyana xwe ji dest dide.
Berhemên wî:
Helbest: Garip, (Bi O.Veli û O.Rıfat re) - 1941, Rahatı Kaçan Ağaç - 1946, Telgrafhane - 1952, Yan yana - 1956, Kolları Bağlı Odysseus - 1963, Göçebe Denizin Üstünde - 1970, Teknenin Ölümü - 1975, Sözcükler - 1978, Ölümsüzlük Ardında Gılgamış - 1981.
Roman: Aylaklar - 1965, Gizli Emir - 1970, İsa'nın Güncesi - 1974, Raziye - 1975.
Leyistik: İçerdekiler - 1965, Mikado'nun Çöpleri - 1967, Dört Oyun - 1972.
Ceribandin, Sefername: Doğu-Batı- 1961, Konuşarak - 1964, Gelişen Komedya - 1965, Sovyet Rusya, Azerbaycan, Özbekistan, Bulgaristan, Macaristan - 1965, Yeni Tanrılar - 1974, Sosyalist Bir Dünya - 1975, Dilimiz Üstüne Konuşmalar - 1975, Maddecilik ve Ülkücülük - 1977, Yasak - 1978, Paris Yazıları - 1982.
Cuma Çîçek – Di sala 1980’yî de li Amedê ji dayik dibe. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Amedê dixwîne. Di sala 1997’an de di Beşa Endazyariya Endustriyê ya Zanîngeha Teknîkî ya li Stenbolê de dest bi xwendina lîsansê dike û di sala 2004’an de vê beşê diqedîne. Di sala 2005’an de li heman zanîngehê, di Beşa Plansaziya Bajar û Herêman a Enstîtuya Zanist û Teknolojiyê de dest bi mastira xwe dike û di Adara 2008’an de mastira xwe diqedîne. Di nav salên 2004 û 2005’an de di Lijneya Rêveberî û Senatoya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih digire. Di nav salên 2001-2006’an de dersên kurdî dide. Bi navê “Demokratikleşme Sürecinde Sivil Toplum Örgütleri – Bir Alan Araştırması Örneği Olarak Güneydoğu (TOHAV Yayınları, 2004)” berhemeke wî ya din jî heye.
GIRTÎ
Melih Cevdet Anday
Werger: Cuma Çîçek
128 rûpel
Weşanên Aram.


