Diyarname
Li Bodruma Muglaya Tirkiyeyê 3 karkerên kurd dema li nav xwe bi kurdî diaxiviyan rastî êrîşa nijadperestan hatin. Li ser vê yekê Baroya Amedê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û êrîşa li ser karkerên kurd şermezar kir.
Baroyê wisa got, "Ji ber nasnameya kurdî û bikaranîna kurdî tê dîtin ku gelek caran vegotinên nefretê dertê û êrîş çêdibin. Bikaranîna zimanê şîdet, cudakar û nefretê rê li ber êrîş wisa vedike. Em hemû polîtîkayên bingeha êr^şia li ser nasname û zimanê kurdî derixin holê, hemû zimanê ku zirarê didin aştiya civakî û pevçûnan gur dike red dikin. Em bang li dadgehê dikin ku bi lezgînî lêpirsînan bide dest pê kirin û kiryaran ceza bike. Li ser mijarê em bi Baroya Muglayê re ketine nava têkiliyê û emê pêvajoya hiqûqî bişopînin."