Diyarname
30’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bi merasimekê dest pê kir. Fîlmên kurdî ji tê bi ser 230 fîlmî re fîlm derdikevin pêşberî temaşevanan.
Ji bo destpêkirina festîvale li Lutfi Kirdar Uluslararasi Sergi ve Kongre Sarayi merasimeke li dar ket. Di şevê de 30 saliya festîvalê jî hate pîrozkirin. Ji bo vê yekê ji festîvalên berê dîmen hatin pêşkêşkirin, hevpeyvînên ku hli kuçeyan bi mirovan re hatibû kirin hatin pêşkêşkirin. Di şeva ku ji aliyê Mehmet Ali Alabora ve hat pêşkêşkirin de li ser Sînemaya Emekê ku 28 salan di xizmeta festivalê de bû û ji 25’ê kewçêra 2009’an ve girtiye vîdyoya ku hatibû amadekirin hat ;eşandin.
Di şevê de Xelata Rûmetê dan hunermendê macarî Bela Tarr ku ew wekî ‘fîlozofê sînemayê’ tê nasîn. Tarr di 3’yê mehê saet 16.00’an de dê beşdarî dersa sînemayê ku li Salona ÎKSV’ê wê li dar bikeve de bibe.
Îsal Xelata Rûmetê ya Sînemayê ji dan derhênerê dîmenê Ertunç Şenkay, lîstikvan Metin Akpinar, Zeki Alasya û derhêner Yusuf Kurçenli.
Di şeva destpêkirina festîvalê ku nêzî 2 hezar kes beşdar bûn de wekî fîlmê destêkê fîlmê derhênerê fransiz Marc Fitoussi ‘Copacabana’ hat nîşandayîn.
Fîlmên festîvalê li Beyogluyê li salonê Atlas, Beyoglu AFM Fitaş 1 û 4, Beyoglu, Muzeya Perayê, li Nişantaşiyê li CityLife (City’s) û li Kadikoy’”e li Rexxê tê nîşandayîn.
Digel nîşandayîna fîlman, pola hostayan, gotûbêj, konser jî wê bêne li dar xistin.
Di festîvalê de bi ser 230 fîlmî re fîlm têne nîşandayîn ku di nav de fîlmên kurdan ên wekî Meş (Derhêner Şîar Abdî), Kayip Ozgurluk (Derhêner Umur Hozatli), Diya Min Aştî Dixwaze (Derhêner Aziz Çapkurt), Rewşen (Derhêner Cemil Oguz), Destana Serhildanê: Bêrîvan (Derhêner Aydin Orak), Olu Canlar (Derhêner Murat Ozçelik) hene.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Di du rojan de 60 hezar bilêt hatin firotin
- Bilêtên festîvalê têne firotin
- Di Festîvala Fîlman a Stenbolê de fîlmên kurdan derdikevin pêş