Diyarname
Seroka IMF’ê (Fona Pereyan a Navneteweyî) Kristalina Georgieva got ku di sala 2023’yan de aboriya ji sisêyan yekê dinyayê bikeve resesyonê.
Georgieva ji bo kanala CBS axiviye, diyar kiriye ku ji bo aboriya dinyayê sala 2023’yan dê saleke zehmet be û ev yek lê zêde kiriye, “Ji sisêyan yekê dinyayê dê bikeve resesyonê. Welatên ku nekevin resesyonê jî wekî ku ketibin resesyonê dê vê pêlê hîs bikin. Ji bo piraniya welatên dinyayê 2023 dê ji 2022’yan zehmetir derbas bibe.”
Georgive wekî sedema vê yekê jî aboriya 3 navendên mezin DYA, Yekîtiya Ewropayê û Çîn nîşan daye ku ew ketine asta hêdîbûnê. Seroka IMF’ê gotiye ji bo Çînê jî îsal dê saleke zehmet be. Li aliyê din eşkere kiriye ku di nav van de yê herî xurt aboriya DYA’yê ye.