Diyarname
Dixtorên Îbrahîm Tatlises li ser tenduristiya wî agahiyên nû dan. Mebûsê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik jî duh êvarê çû nexweşxaneyê serdana Tatlises.
Sakik duh êvarê çû nexweşxaneyê serdana Tatlises û ji dixtorên wî agahî girt. Piştre Sakik ji bo rojnamegeran wisa got: "Em hemû ji bo wî dia dikin. Ji duh de şînek heye. Ez hêvî dikim dê baş be. Ez li ser navê partiya me li vir im. Bi mîlyonan hezkirên wî hene. Bila Xwedê wî bigihîne hezkirên wî. Hikumet divê zûtirîn demê de kiryaran derxe holê. Di vê serdema teknolojiyê de heta vê demê jî kiryar nehatine dîtin, ev yek me diêşîne. Ger li Stenbolê jî ewlehiya bedena mirov nîn be, ev sedema pirsan e. Divê zûtirîn demê kiryar bêne dîtin."
Dixtor: Em wî hişyar dikin
Dixtoran li ser tenduristiya Tatlises îro daxuyanî da û got: "Tiştek ber bi xirabiyê ve biçe tune ye. Ji bo dehfdana li nav serê wî bê kêmkirin dê dermankirin bidome. Ji xewa kûr em hêdî hêdî dermanan kêm dikin. Ev jî li gor duh tiştek pozîtîf e. Lê rewş hê giran e. Nexweş heta li beşa nexweşên giran be talûke heye. Em hêvî dikin di saetên pêş de emê agahiyên baş bidin."
KCK’ê bûyer şermezar kir
Her wiha KCK'ê li ser bûyera Tatlises daxuyaniyeke weşand. Di daxuyaniyê de got ku ne hêzek kurd, an dewlet ne li pişt bûyerê be li Stenbolê êrîşek wisa kes nikare bike. Daxuyanî wisa dibêje: “Li Stenbolê li dijî hunermendê kurd Îbrahîm Tatlises êrîşek namerdane pêk hat. Em vê êrîşê û kesên êrîş pêk anîne şermezar dikin û daxwaza şîfayê ji Îbrahîm Tatlises re dixwazin. Em ji bo Tatlises, malbata wî û hemû hezkiriyên wî dibêjin derbasî be."