Diyarname
Festîvala Çand û Hunerê ya Dihê-Çiravê ku par bi coşeke mezin li dar ketibû îsal cara diduyan li dar dikeve.
Festîvala ku ji aliyê Şaredariya Dihê ve tê lidar xistin îsal bi diruşma "Em bi hemû hênikiya Çiravê Xweseriya Demokratîk Slav dikin" wê rojên 22-23'yê mehê li dar be.
Ji bo beşdariya festîvalê û eşkerekirina bernameyê bi beşdariya Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, parlementerê BDP'ê yê Sêrtê Osman Ozçelik, endam û rêveberên BDP'ê, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Şaredarê Dihê Mehmet Melih Oktay Şaredarê Misircê Necat Yilmaz û gelek kesên dir li dar ket.
Li ser navê komê Şaredarê Dihê Melîh Oktay diyar kir ku ew dê starta festîvalê bidin û wiha got: "Em hêvî dikin ku bi vê festîvalê dê çanda Mezopotamya li ser vê axa dilê Mezopotamya dîsa şên bibe û zindî bibe. Bajarê Dihê hem dilê dîrokê û hem jî dilê çanda Mezopotamlayê ye. Em tenê xizmeta binesaziyê nakin, peyvira me xizmeta civakî û çandî ye jî. Me soz dabû gelê xwe em dê soza xwe bi cih bînin. Ji ber vê yekê em di navbera 22 û 23'ê gelawêjê de li Dihê festîvala xwe pêk tînin."
Oktay bang li her kesî kir û xwest beşdarî festîvalê bibin.
Di festîvalê de wê komên folklorên lîstikên xwe pêşkêş bikin û her wiha hunermendên wekî Xwejin Botan, Koma Şerzan,Rojda, Çetin Oraner, Koma Grava Rojê, Koma pel, Koma Azad û Koma Serkeftin beşdar bibin.
Wekî notek: Şaredarî wekî par dixwest rojan 14-15'ê mehê festîvalê lidar bixe. Li ser vê serî li qeymeqamiyê dabû lê destûr negihîşt wan rojan û festîval bi hefteyekê bi paş ve ma.
**
Nûçeya eleqedar:


