Diyarname
Li Japonyayê ku 11'ê mehê erdhejek bi şida 8.9 çêbûbû û pêre jî tisûnamî rabûbî îro televîzyona japon agahî li ser erdhejê weşand.
Televîzyonê li ser erdheja ku li bakurê Japonyayê li gor saeta herêmî di saet 14.46'an de pêk hat ragihand ku heta niha hay ji 10 hezar kesî nîn e.
Erdhej 10 kîlometre di bin erd de pêk hatibû. Li paytext Tokyo ku 371 kîlometre dûrî erdhejê ye, piştî erdhejê tsûnamî pêk hatibû, avê erebe dabûn ber xwe û birinî. Çi ketibû pêşiya avê bi xwe re biribû.
Televîzyona dewletê NHK'ê got ku li herêma Miyagî piştî tsûnamî hay ji nêzî 10 hezar kesî nîn e.
Her wiha hate gotin ku ji santrala nukleer a bi nimreya 1'ê ya Fukuşîmayê dengê teqînê hatiye û pêre dûxan bilind bûye. Hate gotin ku talûkeya belavbûna radyasyonê hindik e.
Vîdyoyê li ser bûyerê:
Wêneyên ji erdhejê:





