logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Ji bo zarokan jî carnan tiştên baş dibin!

  • Dîrok: 21/11/2017
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Kenan Kirkaya / MA / ENQERE

Zarokên ku Roja Mafên Zarokan a Cîhanê di nav şer, mirin û îstismara zayendî de pêşwazî dikin, carna ji bo wan tiştên baş jî tên kirin. Zarokên ku derfetên wan ên biçin sînemayê tune û ji sînemayê bê par dimînin, dê îro şûn de Mîhrîcana Fîlman a Diyarê Zarokan ji bo zarokan xebatan bike.

Duh Roja Mafên Zarokan a Cîhanê bû, ev roj Neteweyên Yekbûyî (NY) jî wekî roja zarokan qebûl kiriye. Tirkiye yekane welatê ku cejna zarokan pîroz dike û bi cejna zarokan pesnê xwe dide, lê binpêkirinên mafên zarokan li Tirkiyeyê gelekî zêde ne. Wekî zarokên cîhanê, zarokên li Tirkiyeyê jî di bin sîha çekan û şer de jiyana xwe ji dest didin. Dîsa di gelek karên giran de zarok tên xebitandin û di bin gefa îstismara zayendî de ne.

 

Ji ber wê ye ku Ogur Kaymaz ê 12 salî bi 13 guleyan rojekî berî Roja Mafên Zarokan a Cîhanê hat qetilkirin.

 

BILA CÎHAN HER DEM WEKÎ VÊ MÎHRÎCANÊ BE

 

Ruxmê van hemû tiştên neyînî, di cîhanê de kêm be jî tiştên baş tên kir. Berî hefteyekê li Tirkiyeyê di pêşengiya Sînetopyayê de Mîhrîcana Fîlman a Diyarê Zarokan hat amadekirin. Ji 23 welatan fîlm beşdar bûn û yekane mîhrîcane ku xebateke wiha dimeşîne, ev mîhrîcan e. Komîte plan dike ku sala bê hêj xebatek berfireh û naverokek wê xurt bi pêş bixe. Koordînatora mîhrîcanê Şebnem Aktolga û endamê Komîteya Mîhrîcanê Fatîn Kanat der barê mîhrîcanê û îro şûn de çi di armanca wan de ye ji Ajansa Mezopotamyayê re vegotin.

 

'EM DIXWAZIN KAREKÎ BERDEWAMA WÊ HEYÎ BIKIN'

 

Xala ku van her du kesan digihîne hev kêfxweşiya "Karê zarokatiyê ye." Şebnem Aktolga, hêj di wê kelecana vekirina galaya mîhrîcana zarokan de ye. Armancên Komîteya Organîzasyonê girîng e, Aktolga vê yekê wiha dinirxîne:

 

"Ji bo hişmendiya zarokan bi pêş keve, fikra wan derkeve pêş beyî ku bên tengjandin divê jiyana wan bê pêşxistin. Me bi vê bawer kir. Berê li Tirkiyeyê mîhrîcanên fîlman ên zarokan çêbûn. Lê di vê astê de û bi berfirehî cara ewil mîrîcanek pêk nehat. Me jî xwest em vê pêwîstiyê bibersivînin."

 

RÊYA KU DIÇE SÎNEMAYÊ!

 

Aktolga da zanîn ku wan piştre wekî heyet dest bi hevdîtinan kiriye û ev daxwaza wan gelekî erênî hatiye dîtin, cara ewil ji Şaredariya Çankayayê piştgirî girtine. Aktolga destnîşan kir ku temaşekirina van fîlman bê pere girîng e û wiha axivî: "Me dest pê kir, lê di serê me de tenê sînema tunebû. Wekî alternatîf bernameyên atolyeyan hebûn, pêşketinên ku pêwîstiya zarokan pê hene û ev jî di serê me de çêbûn. Em gava sînemayê wekî atolye difikirin. Dê zarok senaryoya xwe binvîsin, badekên xwe bixwe ava bikin, derhêneriya xwe bixwe bikin û di vê çarçoveyê de fikrên me yên atolyeyan hebûn."

 

'ME KÊMASIYÊN XWE DÎTIN'

 

Aktolga got ku "Beşên ku kêmasiyên xwe heyî jî hebûn" û wiha pê de çû: "Dema dibêjin tecrûbe, giştîbûna xetayan e. Di vê çarçoveyê de mîhrîcana fîlman a zarokan hat veribandin, em difikirin ku dê hêj tiştên bêhempa bên sazkirin. Divê em xwe bigihînin zêdetir zarokan. Di aliyê saetên zarokan de tiştek di serê me de zelal bû, saetên serê sibehê saeta herî rast e ji bo zarokan. Di nava saetên atolyeyê de jî heman tişt derbas dar e. Ji ber ku bernameya atolyeyê gelek girîng e. Malbatan got ku 'Em demek dirêj bû li benda vê xebatê bûn, me serkeftina zarokên xwe dît.' Lê tecrîha me ya fîlman, bernameya atolyeyan, behredariya zarokan û hêza xeyalî di pêkanînê de girîng bû."

 

'CÎNANEKE WAN A XEYALÎ YA XWEŞIK HEYE'

 

Aktolga anî ziman ku di amadekariya mîhrîcanê de cih dane zarokan jî û zarokên bi navê Cîvan û Zezê di ekîba amadekar a mîhrîcanê de ne û aşkera kir ku di galaya girtinê de hemû xebat aydê zarokan e û di vî warî de pesê wan jî da. Aktolga piştrast kir ku bi vê xebatê re behremdariya zarokan jî derdikeve pêş û wiha axivî: "Hêsta hûn nikarin em li ser zarokan ferz dikin. Lê dema em ji wan re dihêlin, cîhan diguhere. Ji ber ku cîhaneke wan a xeyalî ya xweşik heye."

 

'EM Ê ATOLYEYAN BIBIN BER PIYÊN ZAROKAN'

 

Aktolga der barê xebatên dê îro şûn de bikin de jî ev agahî da: "Em mîhrîcanê wekî şêwayekî jiyanê difikirin. Ji bo em xwe bigihînin zarokan, bi wan re tev bigerin tenê destpêk e û dê her dewam bike. Dê bi rêya atolyeyan, zarokên ku xwe negihandinê em ê xwe bigihînin wan. Ji derveyê vê, em dixwazin wekî gerok biçin erdnîgariyên din jî. Me çend kom ava kirin. Ya rast zarokên ku em dixwazin we bigihînin wan, ew zarokên ku derfetên wan ên fîlma temaşe bikin tune yî ne. Cihên ku qet sînema neçûye, gundên ku qet sînema neçûye. Zarokên ku qet sînema û fîlmê karton temaşe nekiriye, em dixwazin bi wan bidin temaşekirin. Kê dizane li wir hunermend û mirovên çiqas xweşik hene û kesî xwe negihandiye wan. Em di ferqa wê de ne. Piştî 10 salan jiyana wan zarokan digihêje, ne wekî zarok wekî jiyanê li wan dinhêrin. Ji bo zarokan pir kêm tişt hatiye kirin. Li Tirkiyeyê pir kêm mîhrîcanên zarokan tên lidarxistin, lê li welatên biyanî (rojava) ev 50-60 sal e mîhrîcan tên lidarxistin."

 

'GELEK TIŞTÊN KU JI BO ZAROKAN BÊN KIRIN HENE'

 

Fatîn Kanat jî "zarokê" komîteyê yê ku porê wî spî bûyî ye. Em pirsa "We temenê xwe derbas kiriye çi karê we bi zarokan re heye" ji Kanat dikin, ew jî dikene û wiha daxive: "Wellehî qet fikreke min a wiha çênebû. Ez dixwazim heta hebim ji bo mirovan, ji bo cîhanê û ji bo zarokan tiştekî bikim. Ji ber wê pirsa 'Çi karê me heye bi zarokan re' di serê me de çênebû." Kanat diyar kir ku ev tecrûbeya destpêkê ji bo wan gelekî girîng e û ev tişt got: 

 

"Bila sala bê hêj zêdetir zarok hev du bibînin, em ji welatên cuda zarokan dawet bikin û bi beşdariya zarokên cîhanê xebatên atolyeyan pêk bînin. Xwe gihandina zarokên xizan û bê kes... Beyî ku cudahiyê bixin navbera reng, ziman, ol û hwd. divê em fikra wekheviyê bi rêya mîhrîcanê bi pêş bixin."

 

EM BI ZAROKÊN CÎHANÊ RE BÊN GEL HEV

 

Em li hemberî gotinên Kanat ên wekî "Em dixwazin ji çar aliyên cîhanê zarokan dawet bikin û mîhrîcanê mezin bikin", em jî "Olîmpiyatên Tirkî" bi bîr dixin. Li hemberî vê pirsê, Kanat ev bersiv da: "Ji bo her kes bi çand û zamanê xwe bijî, çi ji destê me bê em ê bikin û ev deynê stûyê me ye."

 

Kanat herî dawî bal kişand ser 4 fîlmên ku bi tevahî berhemên zarokan e û ev tişt anî ziman: "Bi rêya van atolyeyan, têkiliyeke baş bi zarokan re hat danîn û berhemek xurt hat bidestxistin. Gelek kêmasiyên me hene, lê di 4 fîlmên zarokan de jî tê dîtin ku karê me kiriye çiqas girîng e. Ji bo me destpêk baş bû."


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Lîstika bi kurdî “Don Kîxot” jî hat qedexekirin

ad

Şengal hat rizgarkirin

ad

Girtiyên li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne: Mafê tehliyeya me tê astengkirin

ad

Rojên Fîlmên Sovyetê li benda we ne

ad

Mebûsên gelek welatên ereb çûn cem Esad

ad

Li Batmanê pankarta ‘Bijî Tayyip’ hate sansurkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname