Diyarname
Rahmi Koç di vekirina nexweşxaneyek de pêkenokek vegot ku têde heqaret li jina kurd dihat kirin. Binali Yildirim ê AKP'yî jî têde gelek kesên li cem bi hîrehîr bo vê pêkenokê keniyan.
Piştî ev video belav bû gelek kurdan bertek nîşanî vê dan.
Komîsyona Jinan a DEM Partî bi peyama belav kir bûyer şermezar kir û got "Hedê xwe bizanin".
Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê derbarê Koç de lêpirsîn da dest pê kirin.
Gelek baroyên bajarên kurdan jî daxuyaniyên şermezarkirinê belav kirin.
Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek daxuyaniya nivîskî belav kir. Gurlek diyar kir ku wan li ser vê der barê Koç (wezaretê di daxuyaniyê de wekî "R.K" nivîsandiye) de lêpirsîn daye dest pê kirin. Wezîr got, "Teraziya edaletê li serwet, pênase yan jî statuya kesan nanêre û naweznîne; dadgeh her demê hiqûq û rûmeta mirovan diparêze."
Baroya Batmanê, Baroya Sêrtê bi daxuyaniyên nivîskî ev bûyer şermezar kirin û daxwazan lêpirsînê kirin.
Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç jî li ser hesabê xwe peyam belav kir û got, "Em vê gotina Rahmi Koç a di bin navê pêkenokê de bi tundî şermezar dikin."
TJA'yê (Tevgera Jinên Azad) jî bi daxuyaniyek bertek nîşanî gotinên Koç dan û got, "Ev yek tu carî neyê qebûlkirin. Divê Koç ji jinên kurd lêborînê bixwaze."
DAXUYANIYA HEVPAR A BAROYAN
Li aliyê din 16 baroyên bajarên kurdan ku baroyên Amed, Agirî Batman, Bedlîs, Culemêrg, Çewlig, Dêrsim, Îdir, Mêrdîn, Mûş, Riha, Qers, Semsûr, Sêrt, Şirnex û Wanê têde ne bi hev re daxuyaniyek belav kir. Baroyan bûyer şermezar kirin û gotin ku der barê Koç de daxwaza lêpirsînê kirine.
DAXUYANIYA KOÇ HOLDÎNGÊ
Li aliyê din Koç Holdîngê li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyaniyeke li ser navê Rahmî M. Koç belav kir û wisa got, "Ji ber gotinên xwe yên ku min tu nasname nekiriye hedef ez ji dil lêborînê dixwazim. Ez dixwazim xemgîniya xwe bi awayekî jidil bînim ziman."


