Diyarname
Malpera bi navê rojtube ku digel nûçeyan klib û stranan pêşkêş dike kete faliyetê.
Ev demeke ku malpereke nû bi navê rojtube.org vebûye. Di vê malperê de xwendevanên kurdî dikarin nûçeyan bixwînin, li klip û stranan temaşe û guhdarî bikin, herweha helbest û nivîsên cuda guhdarî bikin û bixwînin.
Ev malper pala xwe dide berhemên Roj TV, lê di hemû warên çand, huner û siyasetê de bi awayekî xweser û bi zimanekî şayik û xweş berhemên cuda pêşkêş dike.
Ji bo kesên eleqedar: http://www.rojtube.org/