Diyarname
Newala Qesaba di dîroka kurdan de xwedî rûpelek bi rûmet e. Bêhejmar kurd li wê newalê hatin definkirin û êdî kesî ne tirmên wan dîtin, ne karîn herin wê newalê û lêkolînek bikin.
Yekem car piranî jê hunermendên kurd, hunermendên Tirkiyeyê rabûn çûn Newala Qesaba û xwestin li gor peymanên navneteweyî li wê derê vekolandin bê kirin, dîroka wê derê derkeve holê û komkujiya ku li wê derê pêk hatiye ronî bibe.
Li dor 70 hunermendî (10'ê adarê) û Şaredarê Sêrtê, rêveberên BDP'ê jî têde çûn Newala Qesaba.