Diyarname
Kovara Nûbiharê di hejmara xwe ya nû de dosyaya xwe li ser "Medyaya Civakî" amade kiriye. Rojnameger û nivîskaran di vî warî de nivîs nivîsî ne.
Kovara Nûbiharê ku sê mehan carek derdikeve bi hejmara xwe ya 166'an ya Zivistan 2024'an li pêşberî xwendevanan e.
DOSYA
Wekî gelek miletî, kurd jî êdî bi awayekî xurt medyaya civakî bikar tînin. Loma jî nîqaşa li ser vî warî nîqaşek di cih de ye. Kovara Nûbiharê jî dest avêtiye vê meseleyê û dosya li ser amade kiriye. Dosyaya ku edîtoriya wê Ahmed Kanî kiriye, dîsa Ahmed Kanî, Ferid Demirel, Cemil Oguz, Murat Bayram, Hasan Kosen, Hecî Kardoxî, Dr. Magded Sapan, Doç. Dr. Ekrem Onen, Welat Tofîq, Hesîbe Fayiqî û Konê Reş bi nivîsên ji aliyên cur bi cur ve li meseleyê nêrîne.
Ji bilî dosyayê hevpeyvîn, nivîs, çîrok û helbest hatine weşandin. Nihat Gultekîn bi hevpeyvînek di vê hejmara kovarê de cih girtiye. Gultekîn ligel hunermend Dilovan axiviye. Hunermend Dilovan ku ji malbateke hunermend tê dibêje, "Çil û du stranên bavê min di radyoya Erîvanê de hene"
NIVÎS
Di vê hejmarê de Hanifi Taşkin, Abdullah Can, Edîb Polat, Şerîf Çelebî, Receb Dildar, Halil Aktug, Emînê Botî, Lokman Polat bi nivîsên xwe cih girtine.
ÇÎROK
Her wiha Felat Dilgeş, Sabri Akbel, Mehmet Sena Sonmez, Zeynep Çelik, A.R.T Dilazad, Dawid Aram û Tekin Çifçi jî bi çîrokên xwe ked dane kovarê.
HELBEST
Li aliyê din di vê hejmarê de helbestên van kesan hatine belavkirin: Berken Bereh, Mustafa Berzan Doner, Hafizê Şîrazî, Asyah Goyî, Zeynel Abidîn Yildirimçakar, Seyyid Rissînî, Abdullah Încekan, Sezai Karakoç, Hibrî (Rizgar Elegez), Şukran Çaçan, Sidîq Gorîcan, Azad Rêbiwar, Muaz Ozel, Yusuf Abay, Evdilxaliqê Îsa, Mehmet Soysal, Cîhan Roj, Hekîm Meretoyar û Hamza Tokmak.
Ji bo têkilî:
0212 519 00 09
info@nubihar.com


