Diyarname
Kovara "Kurt Tarîhî" 3 mehan carek bi tirkî derdikeve û niha bi hejmara xwe ya nû gihîşt hejmara xwe ya 40'î. Kovarê wekî hejmara mehên avrêl-gulan-pûşperê hejmara xwe pêşkêşî xwendevanên xwe kiriye. Kovarê di vê hejmarê de li ser "Sînemaya Kurdan" dosyayeke berfireh amade kiriye.
Edîtoriya dosyayê ji aliyê Bahar Şîmşek ve hatiye kirin. Di dosyayê de ji Ermenistan, Îran, Tirkiye ji gelek aliyan ve li ser sînemaya kurdan hatiye sekinîn û nivîs hatine pêşkêş kirin.
Li nav Sînemaya Ermenan Kurd
Dosya bi nivîsa Artsvi Bakhchinyan (Bi wergera Fatma Edemen) "Di Fîlmên Ermenî Sovyetê de Kurd" dest pê dike. Di nivîsê de zêdetir li ser fîlmê "Zarê" hatiye sekinîn. Di vir de gotina Stalîn jî pêşkêş dike: "Li Moskova û hin bajarên din ên Yekîtiya Sovyetê fîlm hat nîşandayîn. Joseph Stalin piştî li Zareyê temaşe dike dibêje, 'Ji niha û pêde divê tenê ermenî der heqê mirovên Rojhilatê de fîlman bikişînin ji ber ku ew gelek baş çêdikin.' Fîlm li derveyî Yekîtiya Sovyetê jî hatiye nîşandayîn."
Fîlmên din ku bûne mijara nivîsê jî bi vî awayî hatiye pêşkêş kirin, "Duyemîn fîlmê ermenî ku li ser nûneriya kurdan hatiye avakirin fîlmê Amasi martirosyan ê bi navê 'Kurd-Ezîdî' ye, sala 1932'yan hatiye kişandin. Piştî van qala hin fîlmên din jî hatiye kirin. Di nivîsê de qala sê fîlmên Hinar Selîm ku li Ermenistanê hatine kişandin jî kirine lê ev li sernav û mijarê nayê ji ber ku ne fîlmên ermenî ne.
Sînemaya Îranê
Yosef Abassî (Bi wergera Demet Îslambay) jî nivîsa "Kurd û Sînemaya Îranê". Nivîs bi fîlmê îranî ê bi navê "Dokhtar-E Lor" ku di sala 1932'yan de hatiye kişandin dest pê dike. Paşê 1967'an de di sînemaya Îranê de "Dalahoo" tê kişandin ku ev her du fîlm jî kurdan xirab nîşan didin. Nivîs paşê gotinê tîne ser Samîra Mexmelbax, Behmen Qubadî û yên din.
Nivîsên cur bi cur
Hamît Bozarslan (bi wergera Dicle Kizilkan) bi sernavê "Marjînalî, îdeorojîl û huner: Li ser Yilmaz Guney", Nazmî Kirik bi nivîsa "Sînemaya Kurdan û Şal û Şûtik" ked daye dosyayê. Ozgur Çîçek jî bi navê "Pênasekirina Sînemaya Kurdan" nivîsek amade kiriye. Jê diyar e tenê bi ser fîlmên lê temaşe kirine re mijar girtiye dest ku nivîs ji mînakên xurt bêpar maye.
Can Candan jî bi nivîsa "Kolektîfa Sînema ya Mezopotamyayê û Belgefîlman Kurdan" bal kişandiye ser vê hêlê.
Mehmet Aktaş bi nivîsa "Fîlmekî li ser sînemaya kurdî: Bîranînên Li Ser Kevirî" di kovarê de cih girtiye. Suncem Koçer di "Wekî qîrîna vegotinê sînemaya kurdan" de meseleya kîjan fîlmê kurdî ye yan na, dîsa nîqaşa meseleya naveroka fîlman girtiye dest û nîqaş kiriye,
'Piştî 2000'î gelek fîlm bi kurdî hatin çêkirin'
Di dawiya dosyayê de Ahmet Gurata ligel derhênerê kurd Alî Kemal Çinar hevpeyvînek kiriye. Çinar wisa dibêje, "Zimanê min ê zikmakî kurdî ye û zimanê ku ez d ixwazin pê hilberîna bikim ev ziman e. Ez wisa ji cihek xwezayî re li meseleyê dinêrim. Dîtina vê yekê bi awayekî polîtîk ji helwesta min wêdetir bi siyasetê re eleqedar e. Piştî salên 2000'î gelek fîlm bi kurdî hatin çêkirin. Serdema 'Pêvajoyê' lûtkeya vê yekê bû, paşê bi guherîna siyasetê re ev yek kêmtir bû. Avahiyeke ku saziyên xwe, temaşevanên xwe, xwendevanên xwe çêkiribûn ji nişke ve hejiya. Rewşa festîvalan jî li gor vê şikil girt. Hin festîvalên ku afîşa bi kurdî jî wekî pirsgirêk dibînin hene."
Nivîseke cuda: Mehmet Cevdet Karlidag
Di kovarê de ji bilî nivîsên dosyayê tenê nivîsek hatiye weşandin ku ew jî ya Seîd Veroj e. Veroj li ser xwediyê kovara Seda û Serokê Şaxa Elezîzê yê Komeleya Tealî Cemiyetî Mehmet Cevdet Karlidag nivîsa xwe pêşkêş kiriye.
Ji bo têkilî û xwestinê:
Tel: 90 541 391 81 49
kurttarihi2017@gmail.com