Diyarname
Bi sernavê "Sûretê Piştî, barê mêtîngeriyê di anatomiya edebî ya Helîm Yûsiv de" pirtûkek lêkolînî hat amadekirin. Pirtûka ku Ferzan Şêr nivîsiye ji Weşanxaneya Peywendê derket.
Ferzan Şêr fîzyoterapist, helbestvan, rexnegir, akademîsyen û wergêr e. Heta niha pirtûkek wî ya helbestan (Otopsiya Berbejnekê, Belkî, 2009) û hin wergerên wî derketibûn. Ferzan Şêr niha pirtûkek Lêkolînî li ser pirtûkên nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv amade kir û weşand. Pirtûka ku bi sernavê "Sûretê Piştî" bi bin navê "barê mêtîngeriyê di anatomiya edebî ya Helîm Yûsiv de" hatiye pêşkêş kirin, berê xwendevan dide mijareke girîng.
Akademîsyan Şêr, dema li ser wêjeya Helîm Yûsiv mijara xwe wekî "pişt" diyar kiriye, berê xwe daye pirtûkên wî û zêdetir bi ser çîroka "Mîrî Ranazin" û romanên wî "Sobarto" û "Tirsa Bê Diran" re mesele domandiye.
"Di vegotina efsûnî ya Helîm Yûsiv de Sûretên Bedenê", "Ax pişta min: Darê piştê di deqên Helîm Yûsiv de", "Hest(îy)ê zimên", "Şikandina Darê Pişta Hukmê" çar sernavên bingehîn in ku Ferzan Şêr girtine dest û di bin wan de bi navbernavên cuda ketiye nava kûrahiya meseleyê.
- Sûretê Piştê / Ferzan Şêr / Weşanên Peywend / 134 rûpel / 2021


