Amed
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan,dema li Zanîngeha Dîcleyê, dest bi axaftina xwe kir, ji aliyê komek hîndekar û karmendan ve hate şermezarkirin.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ku ji bo tevlî hin bernameyan bibe hat Amedê, li Zanîngeha Dîclê tevlî merasîma ji bo vekirina sala akademîk a zanîngehê bû.
Dema Erdogan dest bi axaftina xwe kir, ji aliyê komeke hîndekar û karmendên zanîngehê ku hejmara wan ji 40’î zêdetir bû ve hate protestokirin.
Hîndekarên ku di salona merasîmê de rûnişti bûn piştî Erdogan dest bi axaftina xwe kir li çepikan xistin û salon terikand.
Dema hîndekaran Erdogan protesto kir, Erdogan neçar ma ku navberê bide axaftina xwe. Hîndekarên ku Erdogan protesto kirin bi daxuyaniyekê sedemên çalakiya xwe bi çapemeniyê re parve kirin. Li ser navê hîndekarên ku Erdogon protesto kirî Doç. Dr. Mahmut Togrul, daxuyaniya çapemeniyê xwend û anî ziman ku sedemên çalakiya wan polîtîkayên AKP’ê yên şerxwaz in.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin