STENBOL
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sirri Sureyya Onder û Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana ji Girava Îmralî vegeriyan. Onder di vegerê de got, têkildarî Rojava û Kongreya Netewî ya Kurdistanê Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan nameyek ji Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî re nivîsandiye. Onder got ku, Ocalan gotiye pêvajo ew qas girîng e ku pêwîste qurbanî hilbijartinan nekin.
Onder û Zana ku hevdîtin bi Ocalan re kirin, ji Girava Îmralî vegeriyan. Onder di vegerê de ji bo DÎHA'yê axivî.
Onder got ku, di hevdîtinê de pêvajoya çareseriyê ya didome û bi vê ve girêdayî şêweyê têkiliya di navbera Herêma Kurdistanê ya Federal û Kurdên Rojava de, her wiha Kongreya Netewî ya Kurd jî hate axivîn.
Di civîna ku du saet û nîv dom kir de Ocalan got ku, mirov nikare pêvajoyê bêyî pêşketinên li herêmê rû didin bigirin dest. Hate diyar kirin ku, Ocalan nameyeke ji Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî re nivîsandiye û ji bo radestî Onder û Zana bikin radestî rayedaran kiriye.
Piştî ku Onder û Zana name bigirir dê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û bi aliyên Kongreya Netewî re hevdîtinan pêkbînin.
Her wiha Ocalanî di hevdîtinê de da diyarkirin ku, pêvajo ew qas girîng e ku pêwîst e nekin qurbanê hilbijartinê û got: “Eger di vê mijarê de hikumet bikeve nava xefletekê dê pêvajo zirarek mezin bibîne.”
Hate destnîşankirin ku, Ocalanî ev hevdîtin pir girîng dîtiye û gotiye ku pêwîst e heyetên siyasî ên têne Îmralî zêde bibin.