Diyarname
însiyatîfa 'Ji bo Aştiyê Huner' 10'ê vê mehê li Taksîmê meş û daxuyaniyeke çapemeniyê li dar dixe.
Meşa ku bi navê "Ji bo aştiyê meşa hêviyê" hatiye organîzekirin, 10'ê mehê roja pêncşemê saet 19.00'an de dê li Taksîmê dest pê bike û heta Galatasarayê bidome.
Hunermendên ku ev organîzasyon amade kirine wisa gotine, "Em hunermendên ku bi emrê dîrokê, bi qewlê huerê ji bo gelên xwe aştiyê dixwazin;
- Li hemberî yên ku dixwazin pêşî li aştiyê bigirin,
- Li hemberî yên ku ji bo aştiyê wekî ku siûdeke me ya din heye bêdeng disekinin,
- Ji bo Ceylan neyên ji bîr kirin,
- Ji bo pêşeroja me rojeke din di tarîtiyê de nemîne...
Bi stran, govend û horonan,
Bi hêvî, coş, muzîk, dans, şahiyê em tevî hunerê dimeşin.
Em bangî her kesî dikin ku beşdarî çalahîşahiya me bibe."