Diyarname
Rojnameya Evrensel roja 7'ê pûşpera 1995'an dest bi weşana xwe kir û îro tam bû 25 sal weşana xwe bênavber didomîne.
Evrensel tam 25 sal berê bi sernavê "İşte Turkiye Gerçegi" dest bi weşanê kir. Rojnameyê 25 saliya xwe ji ser tora civakî re ligel xwendevan û hezkirên xwe pîroz kir. Rojnameyê ji bo 25 saliya xwe çalakiyeke pîrozbahiyê wekî festîvalê amade dikir lê ji ber virusa koronayê ew hat betalkirin, loma jî ji ser tora civakî re salvegera xwe pîroz kir.
Di pîrozbahiya li ser tora civakî de diruşma "#SeninleMumkun" hat bikar anîn.
**
Em wekî Diyarname salvegera Evrenselê pîroz dikin û hêviya gelek salên din dikin.