Azad ZAL
Bi kîjan awayî dibe bila bibe werger di pêvajoyekê de pêk tê. Pêvajoya wergerê hêja ye ku bê zanîn da ku li ser wergêr çi bandor dike.
Di wergerê de hindiktirîn du ziman û mirovek hene. Ji zimanekî bi aliyê zimanekî din ve di ser kesekî/ê re wergerandin pêk tê.
Di serî de divê ku ev bê zanîn ku di wergerê de du çand, du hişmendî, du nêrîn, du felsefe û du bawerî û hwd. bi her tiştên xwe du dinyayên cuda hene. Di navbera van her du dinyayan de mirovek heye. Ev mirov ji zimanek ber bi yê din ve wergerandinê pêk tîne. Lê bi ziman her tiştên din jî ji çandek derbasî çandeke din dike.
Wiha reng e pêvajoya wergerê jî di vir de diyar dibe.
Berê her tiştî çavkaniya ku tê wergerandin, hiş û mêjî û ramana kesê/a wergêr û daxistina zimanê hedefê.
Du çand, du ziman û nêrîn û hişmendî û baweriyên du gelên ciyawaz tu caran ne wekhev in. Ji hev cuda ne û mirov çi qas dayne ber hev jî hev nagirin. Ji bo wê jî di karê wergerê de zêdetir pevçûn û lihevnekirin heye. Di zimanekî de wateya peyvekê çi qas nêzî wateya peyveka zimanê din be jî tu caran nabin yek. Ji ber wê du çand, du ziman, du nêrîn, du bawerî, du felsefe di wergerê de zêdetir ji xwe re qada pefçûnê dibînin û pev diçin. Ev pevçûn û lihevnekirin di hiş û mêjiyê wergêr de pêk tê. Di her rewşê de wergêr mexdûrê pevçûna du aliyan e.
Wergêr di merhaleya pêşî de zimanê ku ew ê bê wergerandin bi qasî karê ku ew ê bike analîzan dike, nasandina giştî na; nasandina taybet di hişê xwe de pêk tîne. Ew êdî bi awayekî spesiyal li ser tekst, mijar, peyv û axaftinan hûr bûye û di hişê xwe de têgihîştinek pêk aniye.
Di merhaleya diduyan de karê herî krîtîk pêk tê. Di hişê wergêr de her du ziman digihîjin hev û pev diçin. Divê ku wergêr bêyî ku subjektîviya xwe bixe dewrê divê ku bi awayeke objektîv bi tenê di pozîsyona pirekê de be. Di vir de jî wergêr rewşa tevlihev dijî. Ji bo wergêr ev merhale paradoks e. Mirov bi subjektîvîteya xwe heye. Tu yê hem mirov bî hem jî di karê xwe de nikaribî fikr û ramanên xwe pêk bînî. Ev di heyîna mirovî de tiştek ciyawaz e.
Ango mirov dikare bi vî awayî jî vebêje: Çandeke di ser zimanê ku tê wergerandin re wekî neynikekê ya jî wêneyekê tê di hişê wergêr de li bîra wergêr dikeve û dişikê û pê re bîra wergêr jî dişikê, pêl li xwe dide. Wergêr dîsa ew neynik yan jî wêneyê şikestî li hev kom dike û dirust dike û derbasî ziman û çanda din dike.
Merhaleya sisiyan qedîna kar e, werger pêk hatiye û her du alî bi hev re ketine temaseke piralî û kûrewer.
Ji vir bi şûn de kar xilas bûye, werger pêk hatiye û dinyayek bi her aliyê xwe derbasî dinyayeke din bûye. Mukemeliyeta vî karî û başiya vî karî bi wergêr ve girêdayî ye. Wergêr çi qas serwerê karê xwe be, çi qas zal û serwerê her du zimanan ango her du dinyayan be ew qas ev kar bi awayekî serkeftinî pêk tê. Lê ev tu bikî nekî ev tu caran rastiya dinyaya din bi awayekî rasteqînî derbasî dinyayeke din dibe. Lê ev bi tenê vebeyn e, wekî dîmeneke ku mirov di neynikê de bibîne. Di neynikê de vebeyna ku mirov dibîne çi qas rasteqîn be wergera ji zimanek ji bo zimaneke din jî ew qas rasteqîn e.
Ji ber vê yekê divê ku werger bi wergera xwe ya mikemel tu caran nikare dinyayek derbasî dinyayeke din bike; bi tenê dikare vebeyna hişmendî, çandî, zimanî, wateyî ya dinyayekî nîşanî dinyayeke din bide.
Li gorî wê ji aliyê kiryar – ku wergêr e – û ji aliyê kar – ku werger e – du encamên girîng dertênê.
Yek: Kiryar ango wergêr bi vî karî xwe dixapîne, dibê qey wî karekî rasteqîn kiriye, lê karekî rasteqîn nekiriye. Wî/wê bi tenê bi rengê neynikekê vebeyna wateyên peyv û têgehên zimanekî derbasî zimanekî din kiriye. Ev aliyekî paradoksê ye.
Didu: Kiryar bi kirina kar bi tenê wekî pirê ye, ji ber wê jî wekî xwediyê kar dixuyê lê ne xwediyê kar e, objeyeke kar e. Ev jî aliyê paradoksê yê dinê ye.
Heta vira werger û karê wergerê ku li ser wateya xwe ya bingehîn bê kirin bi xwe re encamên bi vî rengî tîne. Lê ku bi şîrove û lêzêdekirinên wergêr ev kar bê kirin wê demê ev dibe tiştek din û dibe şîrove-werger. Wergêr li gorî xwe hin peyv û têgihan ditewîne û wateyên taybet li wan bar dike û hinek jî reng û dengê xwe li wan bar dike û pêşkêş dike. Ev jî ji hîmê xwe yê bingehîn dûr dikeve.
***
Beşa yekem a nivîsa Azad Zal: Werger û wergêr -1- (Werger karekî pîroz e û profesyonelî dixwaze)
Ji bo nivîsên li ser WERGER'ê li beşa NÎQAŞ'ê binêrin.