Diyarname
Hemû maçên fûtbolê ji ber vîrusa koronaye hatibûn rawestandin, maçên Lîga Şampiyonan a UEFA'yê jî. Ger maç bihata lîstin dê maça fînalê li Stenbola Tirkiyeyê bihata lîstin. ÇApemeniya Îtalyayê îdîa kir ku li ser lîstina maça fînalê ne li Stenbolê lê li Almanyayê nîqaş tê kirin.
Li gor nûçeyên hatine belavkirin tê gotin ku maçên mayîn wekî "Final Four" li sehayên bê alî bêne lîstin.
SkySport nivîsiye ku gelek klûb piştgirî didin fikra maçên nîv fînal û fînalê li sehayeke bê alî û li Almanyayê bê lîstin û ev fikir li cem rêveberên UEFA'yê jî her diçe kamil dibe.
Nûçe radigihîne ku lîga Almanyayê Bundesliga di vê serdema cureya nû ya pandemî de bê pirsgirêk dest pê kiriye û li Tirkiyeyê ji ber rewşa vîrusê hê nediyar e ev fikra lîstina maçan a li Almanyayê derketiye holê. UEFA dixwaze maçên mayî yên UEFA'yê di meha gelawêjê/tebaxê de bilîze û ji bo vê yekê li alternatîfan digere.
UEFA dixwaze maçên çarîk fînalê rojên 7-8'ê gelawêjê, ger li ser Fînal Fourê biryarê bide dixwaze 13-14'yê gelawêjê maçên nîv fînalê li sehayeke bê alî bilîze û ger ev plan bi ser bikeve maça fînalê jî li heman cihî dê bilîze.


