Diyarname
E-fanzîna Sînemaya Serbixwe bi hejmara xwe ya 2'yan di sala 2020'an de derket pêşberî xwendevanan.
Di vê hejmarê de Rûmet Med "Di diyê xwezaya jiyanê de çîrokên rastîn; “Textê Reş", Şafî Muhammed jÎ li ser sînemaya tirkî bi navê "Kurtenêrînek li ser dîroka sînemaya tirkî" nivîsek weşandiye.
Îmren Turfent jî meseleya "Li gorî BBC Cultureê Lîsteya 100 Fîlimên Baştirîn ên Derhênerên Jin" daye hev.
Kurtefîlmê "Barê Giran" ku par li gelek festîvalan bal kişandibû ser xwe bûye mijara Welat Rêminazad.
Ji bilî nivîsên li ser sînemayê, Mela Mihyedîn mijara "Li Ser Dîroka Mirina Avê: Ma Gelo Av Jî Dimire?", Occo Mahabad mijara "Dîroka Hacker’iyê û Hacker’ên Navdar" girtiye dest. Edîtorê e-fanzînê Rûmet Med ligel malpera Ria Teze hevpeyvînek kiriye.
Ji bo daxistinê:


