Diyarname
Li gor bernameyê li Cizîrê divê roja 19'ê adarê şahiya Newrozê bihata li dar xistin lê hat taloqkirin. Biryar hat girtin ku roja 20'ê mehê Newroz bê pîrozkirin.
Rêxistina DEM Partî ya Cizîrê li avahiya xwe agahî belav kir û got ku ji ber rewşa hewayê wan Newroza îsal bi paş ve xistine (18.03.2024).
Rêxistin ji bo 24'ê adarê wê serîlêdana xwe bike (Biryar hat girtin ku roja 20'ê mehê Newrozê li Cizîrê pîroz bikin).
Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan, Berendamên Hevşaredariya Cizîrê Abdurrahim Durmuş û Guler Tunç jî di dema daxuyaniyê de amade bûn. Li ser navê Komîteya Amadeka Cahit Akil axivî û diyar kir ku ji ber rewşa hewayê wan mîtîng bi paş ve xistiye.
NOT: Ev nûçe roja 19'ê mehê, piştî ku biryara nû hat dayîn ji nû ve hatiye sazkirin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Li bajar û navçeyan bi sed hezaran kes li qadan bû