Diyarname
14'ê mehê BDP û KCD dixwest li Amedê mîtîngek li dar bixe lê walîtî destûr neda. Dîsa jî BDP, KCD û bi hezaran gel daket kolanan. Bûyer derketin. Di van bûyeran de li gor agahiyên walîtiya Amedê 87 kes girtine bin çavan. Lê li gor agahiyên tên li dor 100 kesî di bin çavan de ne.
Di bûyerê de Mebûsa BDP'ê Pervin Buldan ji ber bombeya gazê ku polîsan avêt û li linga wê ket, linga wê ÅŸikiya. Buldan rakirin nexweÅŸxaneyên û dûre ji win ÅŸandin Amedê.
Hevserokê BDP'ê Selahattin DemirtaÅŸ, Åžaredarê Amedê Osman Baydemîr, mebûsên BDP'ê û ÅŸaredarên din ên BDP'ê hemû para xwe ji gava çavsotîner girtin.
Li welatên pêÅŸketî polîs nikarin mudexeleyê mebûsan bikin, lê tiÅŸtek wisa bibe û mebûsek birîndar bibe, di cih de Wezîrê Karên Hundir îstîfa dike. Li Tirkiyeyê rewÅŸ berevajî welatên pêÅŸketî ye. Di serdema borî ya meclisê de, dîsa yek ji mebûsên BDP'ê Sevahîr Bayindir jî di çalakiyekê de birîndar bûbû, lê ji ber vê yekê der barê berpirsan de doz nehatibû vekirin. Bayindir piÅŸtî 2 mehên dermankirina li mal bi zorê hatibû ser xwe.