Umran ARAN
Ez ê di vê nivîsarê de behsa du stratejiyên cihguhertina hêmanên hevokan bikim ku di kurmanciya devkî de tên tetbîqkirin û ez ê nîşan bidim bê ka ev stratejî çawa dikarin alîkariya me bikin ku em hevokên xwe ji çewtiyên rêzimanî pak bikin; ku ev çewtî di qada nivîsîna kurdî de berbelav in û bi piranî jî di wan hevokên kompleks de tên dîtin, yên ku bi risteyên pêwendiyê hatine avakirin. Seheya min a çavdêriyê, cihê ku min mînakên xwe jê stendine (min hêmanên hevokan ên ji bilî mijara nivîsê standard kirine), berriya Mêrdînê ye.[2]
Haziriya Termînolojîk
Ji bo ku mijar baş bê famkirin, divê em pêşiyê bi kurtî behsa çend termên zimanî bikin. Ji van terman fraz (phrase/komepeyv), yekeyeke rêzimanî ye ku ji risteyekê biçûktir e. Her yekeyeke peyvrêziyê (syntactic unit) ya hevokekê yanî her pêkhêneke (constituent) wê, frazek e. Sere û modîfiyeker her du hêman in ku frazekê pêk tînin. Sere (head) hêmana sereke ya frazê ye; siruşta wê diyar dike û nav dide wê. Modîfiyeker (modifier) ew hêmanên frazê ne ku derbarê sereyê de agahiyan didin, wê rave dikin û dişayesînin. Bo nimûne di fraza mala mezin de; mal sere ye, mezin jî modîfiyeker (raveker) e. Ji ber ku sere yanî mal navdêr e, ev frazeke navdêrî ye.
Ji bo ku em cureyên din ên frazê nîşan bidin, em frazên hevoka Keçika xweşik wek melekekê ya li malê, pir hêdîka digirî analîz bikin. Fraza keçika xweşik wek melekekê ya li malê, frazeke navdêrî ye; sereya wê keçik e; her du modîfiyekerên sereyê xweşik wek melekekê û ya li malê ne. Fraza xweşik wek melekekê, frazeke rengdêrî ye; sereya wê xweşik û modîfiyekera wê wek melekekê ye. Fraza wek melekekê, frazeke daçekî ye; sereya wê wek û modîfiyekera wê melekekê ye. Fraza ya li malê, frazeke cînavî ye; sereya wê cînava ya ye û modîfiyekera wê li malê ye. Fraza li malê, frazeke daçekî ye; li sere, malê jî modîfiyekera wê ye. Beşê mayî yê hevokê pir hêdîka digirî frazeke lêkerî ye; sereya wê digirî û modîfiyekera wê pir hêdîka ye. Pir hêdîka jî sereyeke hokerî ye; sereya wê hêdîka û modîfiyekera wê pir e.
Li vê derê yên ji bo me giring frazên navdêrî ne, ji ber ku risteyên pêwendiyê wan modîfiye dikin. Pênaseya risteyên pêwendiyê (relative clause) jî ji vir derdikeve: risteya pêwendiyê, risteyek e ku navdêrekê an cînavekê modîfiye dike di hevokê de. Bo nimûne di vê hevokê de: jina ku par mêrê wê miribû hat; fraza jina ku par mêrê wê miribû, frazeke navdêrî ye; sereya wê jina ye û modîfiyekera wê, ev risteya pêwendiyê ye: par mêrê wê miribû. Weku tê dîtin hevokeke din (par mêrê wê miribû) bi rêya bingihaneka kuyê bi hevoka sereke (jin hat) ve hatiye girêdan. Mimkun e risteyeke pêwendiyê bibe modîfiyekera frazeke cînavî jî, cînavekê jî modîfiye bike, wek; Ewa ku par mêrê wê miribû yan jî A ku par mêrê wê miribû.
Anafor (anaphor) ew hêmana zimanî ye ku raveya xwe ji hêmaneke din a heman hevokê distîne. Bo nimûne di hevoka Ehmed dît ku kes li dora wî nemaye, baz da reviya de qest ji “wî”yê Ehmed e; wî anafor e û Ehmed jî pêşhat (antecedent) e, têkiliya di navbera wan de anafora ye. Dîsa “xwe”ya hevoka Ehmed li xwe dinere, anafora Ehmed e.
Topîk (topic) ew beşê hevokekê yan peyvekê (utterance) ye ku temamê hevokê yan peyvê derbarê wê de ye. Ji riwangeha topîkê du beşên hevokekê hene: topîk û şirove. Bo nimûne ku mamosteyek kitêbeke di destê xwe de rake jor û ji xwendekarên xwe re bibêje Divê hûn giş vê kitêbê bixwînin, vê kitêbê topîk e û beşa mayî ya hevokê jî şirove ye. Heger mamoste bibêje Ev kitêba han divê hûn giş bixwînin, topîkê tîne pêşiyê da ku giringiya wê diyartir bike (eleqeya vê yekê bi fokusê re tuneye). (Mamoste dikare bi vî awayî jî topîka hevokê derxe pêş: Herçi ev kitêb e, divê hûn giş bixwînin!) Ji bo vê kiryara aşkerakirin/diyarkirina topîkê, topîkalîzasyon (topicalization) tê gotin.
Îcar ka em stratejiyên cihguhertinê yên kurmancî rave bikin.
1. Stratejiya Yekem: Pêşvebirin (Fronting)
A. Pêşvebirin di Hevokên Sade de
Berî ku em dest bi behskirina stratejiya pêşvebirinê ji bo hevokên kompleks ên bi risteyên pêwendiyê avakirî bikin, divê em diyar bikin ku ev stratejî ji bo hevokên sade yanî hevokên nekompleks (wan lêkerek tenê heye) û hevokên kompleks yên bi risteyên pêwendiyê avanekirî jî tê tetbîqkirin û di her du grûban de bi heman awayî çêdibe. Ka em ji frazên sade ber bi frazên komplîketir li mînakinan binerin.
(1) Bager, bawerî pê nayê. (2) Berfîn, ez jê hez nakim. (3) Kurd, karê wan zor e.
Em sere û modîfiyekerên frazan bînin ber hev û hevokan ji nû ve saz bikin:
(1)’ Bawerî bi Bager nayê. (2)’ Ez ji Berfînê hez nakim. (3)’ Karê kurdan zor e.
Em dibînin ku di van hevokan de modîfiyekerên frazan (Bager, Berfîn, Kurd) çûne serên hevokan û li şûna wan cînav bi awayekî anaforîk (pê [bi wî], jê [ji wî], wan ) hatine bikaranîn. Dema ku modîfiyeker diçin serê hevokê, paşgirên tewangê ji wan dikevin. Tê dîtin ku her duyên ewil frazên daçekî (bi Bager, ji Berfînê) ne, ya dawî fraza navdêrî (Karê kurdan) ye. Cureyê frazê ferq nake, qutbûna frazan bi heman awayî çêbûye.
Ev frazên hanê zêde ne kompleks in, dîsa jî di axaftinê de ev diyarde gelekî zêde tê dîtin. Muhtemelen ev bi temamî ji ber faktora topîkalîzasyonê ye; tiştê esasî yê hevokê, topîka wê, bi vî awayî aşkeratir dibe. Em hevokinî frazên wan komplîketir bidin:
(4) Mala apê min, îşê wan belî nabe. (5) Nexweşê me, birîna wî giran e. (6) Miletê me, derdên wî pir in. (7) Rabûn û rûniştina Mala Gûpir, ez tiştekî jê fam nakim. (8) Ew şifêrê ji Şefelorê, ez jê hez nakim.
Em sere û modîfiyekerên frazan bînin ber hev û hevokan ji nû ve saz bikin:
(4)’ Îşê mala apê min belî nabe. (5)’ Birîna nexweşê me giran e. (6)’ Derdên miletê me pir in. (7)’ Ez tiştekî ji rabûn û rûniştina Mala Gûpir fam nakim. (8)’ Ez ji wî şifêrê ji Şefelorê hez nakim.
Dîsa em dibînin di her hevokekê de modîfiyeker çûye serê hevokê û li şûna wê cînavek hatiye danîn.[3] Frazên van hevokan hinekî tevlihevtir in, herçend ev ji bo zimanê nivîskî ne giran bin jî, zimanê devkî yê rojane her tim xwe sivik dike. Muhtemelen di van mînakan de hem faktora topîkalîzasyonê hem jî ya besîdkirin/sivikkirinê heye.
Naxwe em dikarin stratejiya pêşvebirinê ji bo hevokên sade formulîze bikin: modîfiyekerê bibe serê hevokê û li şûna wê cînava anaforîk bi kar bîne! Heger em bi wan terman bibêjin ku xwîner ji gramerên kurmancî hîn bûne: ravekerê bibe serê hevokê û li şûna wê cînaveke guncav bi kar bîne! Di zimannasiyê de ji bo vê cihguhertinê dibêjin pêşvebirin (fronting) an jî cihguhertina berev çepê (left dislocation) ku bi piranî taybetiyeke zimanê rojane ye û ji bo hêsankirinê tê pêkanîn. Di kurmancî de modîfiyekerên frazên navdêrî û frazên daçekî vê cihguhertinê pêk tînin.
Weku me diyar kir, çawa ku ev stratejî di hevokên sade de kar dike, di hin hevokên kompleks ên din de jî bi heman awayî kar dike. Bo nimûne em bala xwe bidin vê hevokê:
(9) Serê te, nizanim bê çi tê de ye!
Tê dîtin ku ev hevoka kompleks bi risteyeke temamker (complement clause) hatiye avakirin, lê belê heman stratejî li ser wê jî hatiye tetbîqkirin. Em peyvrêziyê ji nû ve saz bikin, bi zelalî tê dîtin ku modîfiyekera (serê te) fraza daçekî (di serê te de) çûye serê hevokê û cînavekê (tê [di wî]) şûna wê girtiye:
(9)’ Nizanim bê çi di serê te de ye!
B. Pêşvebirina Risteyên Pêwendiyê
Îcar em bên ser meseleya xwe ya esas û binerin bê ka ev stratejî çawa ji bo hevokên kompleks ên bi risteyên pêwendiyê avakirî tê tetbîqkirin. Meseleya esas ev e ji ber ku di qada nivîsîna kurdî de şaşiyên hevoksaziyê di vî warî de tên kirin, ne di wan waran de ku me heta nuha behs kir. Lê ji bo ku me bidîta ku stratejî giştî ye, hewce bû me behs bikira. Em çend mînakan bidin. Em ê halê cihguhertî (zimanê rojane) di “a.”yê de, halê cihneguhertî (jinûve sazkirî) di “b”yê de û alternatîfê di “c”yê de bidin.
(10)a. Xaniyê ku ji kalikê min maye, ez wî nadim kesî.
b. Ez xaniyê ku ji kalikê min maye nadim kesî.
c. Ez wî xaniyî nadim kesî (ewê) ku ji kalikê min maye.
(11)a. Ew roja ku min ew dît, ez wê ji bîr nakim.
b. Ez wê roja ku min ew dît ji bîr nakim.
c. Ez wê rojê ji bîr nakim (ewa) ku min ew dît.
(12)a. Ew cihê ku Şêx Helîm lê hatibû kuştin, Elî çûye wir.
b. Elî çûye wî cihê ku Şêx Helîm lê hatibû kuştin.
c. Elî çûye wî cihî (ewê) ku Şêx Helîm lê hatibû kuştin.
(13)a. Brahîmê ku bi şev û roj ji mala me dernediket, çavê me nema pê dibe.
b. Çavê me nema bi Brahîmê ku bi şev û roj ji mala dernediket dibe.
c. Çavê me nema bi Brahîmî dibe (ewê) ku bi şev û roj ji mala me dernediket.
(14)a. Ew zilamê ku di ber te re derbas bû, ez wî nas dikim.
b. Ez wî zilamê ku di ber te re derbas bû nas dikim.
c. Ez wî zilamî nas dikim (ewê) ku di ber te re derbas bû.
Heta nuha me tim didît ku modîfiyeker diçû serê hevokê û cînavekê şûna wê digirt. Lê belê di van hevokan de tê dîtin ku risteyên pêwendiyê tev sereyên xwe çûne serê hevokan û li şûna wan dubare cînav hatine bikaranîn. Em li ser vê diyardeyê çend analîzan bikin:
I.Li vir dibe ku risteyên pêwendiyê hem ji bo topîkalîzasyonê û hem jî ji bo sivikkirina zimanî çûbin serên hevokan. Em dibînin ku ji her sê alternatîfan (a, b, c) yên ku herî baş digihîjin armanca xwe ya topîkalîzasyonê, hevokên zimanê rojane (a) ne.
II.Hevokên “b”yê ji bo zimanê rojane/devkî, bilêvkirina wan di carekê de zehmet e.[4]
III.Kurmancên bakurê Kurdistanê ne çavnasî hevokên “c”yê ne,[5] ev awa sazkirin ji tecrûbeya me ya kontakta bi başûrê Kurdistanê re, ji zanîna bi zimanên biyanî wek îngilîzî û ji kûrbûna li ser zimên tê.
IV.Heger lêkera risteya sereke, lêkereke arastebûnê be, ji ber siruşta wê, cînava anaforîk diçe paş wê, wek; (12a)yê.
Em dibînin ku vê stratejiyê nehiştiye du lêkerên kişandî (conjugated) li dû hev bên. Ji her sê zimannasên kurmanc (Aydogan (2013), Öpengin (2014), Bülbül (2016)) ku li ser hevokên kompleks nivîsîne, tu kesî negotiye şaşî ye di kurmancî de du lêkerên kişandî li dû hev bên. Hetta Bülbül diyar kiriye ku ev ne şaşî ye (2016: 34). Lê belê Aydogan dibêje dema ku du hevokên kişandî tên ba hev mirov bandora zimanên biyanî hîs dike (2013: 149). Em zû bi zû rast li karanînên wereng nayên li nav kurmancîaxivan û diyar e ku ji fonksiyonên vê stratejiya cihguhertinê, yek jî ew e ku rê li ber vê yekê bê girtin.
Tê dîtin ku di van hevokan gişan de risteya pêwendiyê (RP) modîfiyekera hêmaneke hevokê ye ji bilî bikerê (kirde). Naxwe ku sereya risteya pêwendiyê ne bikera hevokê be, risteya pêwendiyê tev sereya xwe diçe serê hevokê û cînaveke anaforîk şûna wan digire. Em dikarin vê yekê bi vî awayî formulîze bikin: biker + bireser[6] (sereya RPyê) + RP + lêker ⇒[7] bireser (sereya RPyê) + RP + biker + cînaveke anaforîk + lêker
Ku lêkera risteya sereke, lêkereke arastebûnê be : biker + lêker + bireser (sereya RPyê) + RP + ⇒ bireser (sereya RPyê) + RP + biker + lêker + cînaveke anaforîk
Heger risteya pêwendiyê, bikera risteya sereke modîfiye kiribe, rewş dê çawa be gelo? Ev pirs berê me dide stratejiya duyem.
2.Stratejiya Duyem: Paşvebirin (Extraposition)
Paşvebirin (extraposition) an jî cihguhertina berev rastê (right dislocation) ew cihguhertin e ku hêmaneke kompleks a hevokê biçe dawiya wê. Em ji serî de bibêjin; ku risteya pêwendiyê bikera hevokê modîfiye kiribe anku bikera hevokê sereya RPyê be, ev cihguhertin pêk tê. Em li mînakinan binerin. Em ê halê cihguhertî di “a”yê de, halê cihneguhertî (jinûve sazkirî) di “b”yê de û alternatîfê (ku hebe) di “c”yê de bidin.
(15)a. Ew meleya miriye, wiyê ku di rojiyê de li tenekê dixist.
b. Ew meleyê ku di rojiyê de li tenekê dixist miriye.
c. Ew meleya miriye, te dît di rojiyê de li tenekê dixist.
(16)a. Wî hevalê me tip qezenç kiriye, wiyê ku me gişan henekê xwe pê dikir.
b. Wî hevalê me yê ku me gişan henekê xwe pê dikir tip qezenç kiriye.
c. Wî hevalê me tip qezenç kiriye, te dît me gişan henekê xwe pê dikir.
(17)a. “Lawê wî ket erdê yê ku ji welêt vegeriyabû.
b. Lawê wîyê ku ji welêt vegeriyabû ket erdê.” (Bülbül, 32)
c. Lawê wî ket erdê, te dît ji welêt vegeriyabû.
(18)a. Selîm çûye, Selîmê ku ruhê xaltîka min pê re bû.
b. Selîmê ku ruhê xaltîka min pê re bû çûye.
c. Selîm çûye, wiyê ku ruhê xaltîka min pê re bû.
Weku di van hevokan de tê dîtin, ku risteya pêwendiyê bikera hevokê modîfiye kiribe, diçe paş lêkera risteya sereke yanî diçe dawiya hevokê;[8] piştî lêkera sereke, berî bingihaneka “ku”yê cînava kesane an jî cînav/pirtikên îzafeyê (a/ê/yên) bi awayekî anaforîk tên bikaranîn. Heger biker navekî diyar an taybet be, wek (18a)yê, navê taybet tê dubarekirin ji dêleva bikaranîna cînava anaforîk, lê belê ev ne şert e weku di (18c)yê de tê dîtin. Li nav kurmancîaxivan forma “c”yê jî heye. Dema ku em bala xwe didin van hevokan, em dîsa dibînin ku ev stratejî nahêle du lêkerên kişandî li dû hev bên.
Bülbül jî behsa vê xalê dike û dipirse bê ka çima ev cihguhertin tên pêkanîn. Bülbül di vî warî de ramana Andreea S. Calud vediguhêze û dinivîse: bi van cihguhertinan “I. Hevok ji aliyê rêzimanî ve hêsantir dibe. II. Dînamîzma ragihandinê zêde dibe. III. Hêza vegotinê xurttir dibe” (Bülbül, 2016: 33).
Naxwe ku risteya pêwendiyê bikera risteya sereke modîfiye kiribe anku biker sereya risteya pêwendiyê be; risteya pêwendiyê diçe paş lêkera risteya sereke û cînaveke anaforîk şûna bikerê digire. Em dikarin vê yekê bi vî awayî formulîze bikin: biker + RP + lêker ⇒ biker + lêker + cînaveke anaforîk + RP
Ev stratejî aîdî zimanê rojane/devkî bin jî, em dikarin wan veguhêzin qada nivîsê û bi xêra wan ji şaşiyine rêzimanî rizgar bibin. Ev yek di zimanine din de jî pêk hatiye. Bo nimûne Bussmann ji bo elmanî behsa stratejiyeke (exbraciation) bi vî awayî dike û diyar dike ku herçend ev taybetî di zimanê axaftinê de bihêztir be jî her ku çûye di zimanê nivîskî yê standard de jî cihê xwe girtiye (2006: 390).
***
Ka îcar em bi kurtî bala xwe bidin çend şaşiyên hevoksaziyê yên qada nivîsîna kurmancî ku ev stratejî dikarin wan ji holê rakin.
Lêkera Bûnê ya Kişandî Piştî Lêkereke Kişandî
Aydogan (2013: 148), Öpengin (2014: 202) û Bülbül (2016: 34) bi yekdengî dipejirînin ku şaşiyeke rêzimanî ye lêkera bûnê ya kişandî piştî lêkereke din a kişandî were. Lê ev şaşî di qada nivîsîna kurdî de gelekî berbelav e. Hûn kîjan romanê, malperê, kitêbê vekin dikarin bi hêsanî vê şaşiyê bibînin. Heta di kitêbên zimannas û rêzimannasan de jî ev şaşî heye.
Ez ê vê gavê taqiyekê bikim; ez ê li googleê “dikir e” binivîsim û li encaman binerim. Yekser hevokeke bi vê şaşiyê sazkirî ji kitêbeke di google booksê de derket ber min: “Ev wêneyê kendava nêzîkî kemerê ya bêhna mirov fireh dikir e.” (Edi Hubschmid, Yol- Riya Welatê Xerîbiyê, Wergera ji Almanî: Husên Duzen). Aydogan û Öpengin diyar dikin ku ev cure xeletî ji ber mentiqa tirkî û wergera tirkî diqewime. Lê wergêrê vê kitêbê, kitêb ji elmanî wergerandiye lê dîsa jî ev şaşî kiriye. Heger Aydogan û Öpengin heq bin, naxwe wergera ji tirkî êdî ketiye serê kurdinan û ji çi zimanî wergerê bikin jî pêşiyê di serê xwe de werdigerînin tirkî (delîlên vê yekê ne hindik in).
Îcar ka em li hevokê binerin dîsa: “Ev (biker), wêneyê kendava nêzîkî kemerê (sereya RPyê) ya bêhna mirov fireh dikir (RP) e (lêker).” Avaniya hevokê: biker + bireser (sereya RPyê) + RP+ lêker. Naxwe divê pêşvebirin bê tetbîqkirin, formula cihguhertinê dê ev be: bireser (sereya RPyê) + RP + biker + cînaveke anaforîk + lêker: “Kendava nêzîkî kemerê (bireser/sereya RPyê) ya ku bêhna mirov fireh dikir (RP), ev (biker) wêneyê wê (cînav) ye (lêker).” Tê dîtin ku bi vî awayî topîk hinekî diguhere, lewma di wan hevokan de ku şaşî ji ber cihê lêkera bûnê diqewime, mirov dikare stratejînî din jî tetbîq bike. Mîsal ku em lêkera bûnê bikişînin pêşiya RPyê pirsgirêk xweştir hel dibe: “Ev, wêneyê kendava nêzîkî kemerê ye ya bêhna mirov fireh dikir.” Em dikarin bi hin guhertinên morfolojîk hevokê xweştir bikin: “Ev wêneyê wê kendavê ye (ya) ku nêzîkî kemerê bû û bêhna mirov fireh dikir.” Ez ê ji bo hemû hevokan vê yekê nekim, lê bizanin ku hema hema ji bo hemû hevokan guhertin û alternatîfên bi vî awayî mimkun in. Weku tê dîtin, şaşî yek e; lê rastî hezar in û carinan mirov şaş dimîne bê çawa nivîskarên kurd illim ya şaş tercih dikin. Em dewam bikin…
Vê carê jî ez ê li googleê “dike ye” binivîsim û lê bigerim. Belê encam dîsa ji heman çavkaniyê, ji google booksê yekser derket: “Li gel vê taybetiya ziman a di wêjeyê de, ziman ferebazneyek e ku çanda her neteweyî hembêz dike ye jî.” (Arjen Arî, Xasenezer)
Beşê bipirsgirêk ê hevokê ev e: ziman ferebazneyek e ku çanda her neteweyî hembêz dike ye. Em li gor stratejiya pêşvebirina RPyê saz bikin hevokê: “Ferebazineyekî ku her neteweyî himêz dike, ziman e.” Lê weku me got ev cure hevok bi awayê din xweştir tên sazkirin. Weku tê dîtin tevî ku lêkera bûnê (e) bi awayekî rast çûye pêşiya RPyê jî, dîsa bi zexta mentiqa tirkî lêkera bûnê (ye), piştî lêkera kişandî (dike) jî hatiye. Em lêkera bûnê ya dawiya lêkera risteya sereke rakin, mesele çareser dibe jixwe: ziman ferebazneyek e ku çanda her neteweyî hembêz dike.
Vê carê jî ez ê li googleê “hatibû bû” binivîsim û lê bigerim (ev ne henek in, hûn jî dikarin li malê biceribînin). Maşellah gelek derketin, ka em yekê hilbijêrin ku ji malpereke kurdî ye: “Mêvanê şevbuhêrkê Rengin Kardelena ku ji Belçîkayê hatibû bû.”[9] Heger em li gor stratejiya pêşvebirina RPyê saz bikin, divê RP û sereya xwe biçin serî: “Rengin Kardelena ku ji Belçîkayê hatibû, mêvana şevbuhêrkê bû.” Lê ku lêkera bûnê were pêşiya RPyê jî kêşe hel dibe: “Mêvana şevbuhêrkê Rengin Kardelen bû (ya) ku ji Belçîkayê hatibû.”
Ev hinde bes in, jixwe dawiya vê şaşiyê nayê. Ka em hevokên xwe li bin hev rêz bikin. “a” şaş in, “b” û “c” rast in; “b” tetbîqkirina stratejiya pêşvebirina RPyê ne, “c” alternatîf in.
(19)a. Ev wêneyê kendava nêzîkî kemerê ya bêhna mirov fireh dikir e.
b. Kendava nêzîkî kemerê ya ku bêhna mirov fireh dikir, ev wêneyê wê ye.
c. Ev wêneyê kendava nêzîkî kemerê ye (ya) ku bêhna mirov fireh dikir.
(20)a. [Z]iman ferebazneyek e ku çanda her neteweyî hembêz dike ye.
b. Ferebazineyekî ku çanda her neteweyî himêz dike, ziman e.
c. [Z]iman ferebazneyek e ku çanda her neteweyî hembêz dike.
(21)a. Mêvanê şevbuhêrkê Rengin Kardelena ku ji Belçîkayê hatibû bû.
b. Rengin Kardelena ku ji Belçîkayê hatibû, mêvana şevbuhêrkê bû.
c. Mêvana şevbuhêrkê Rengin Kardelen bû (ya) ku ji Belçîkayê hatibû.
I. Tê dîtin ku ne şert e di hin hevokên wisa de berî lêkerê cînaveke anaforîk hebe; lê belê heger ji bilî RPyê modîfiyekereke din a sereya wê hebe, şert e. Wek hevoka (19b)yê; ji ber ku “wêne” jî modîfiyekera “kendavê” ye, berî lêkerê cînava anaforîk (wê) hatiye bikaranîn (wêneye wê ye). II. Her çend me hevokên “b”yê li gor wê stratejiyê saz kiribin ya ku ji karanînên zimanê rojane hatiye formulîzekirin, dîsa jî em carinan dibînin ku di zimanê rojane de hevokên bi vî rengî bi jinavbirina/ladana lêkera bûnê jî tên sazkirin. Bo nimûne min ji bo vê nivîsê ji xweha xwe xwest hevokên Rojhat eve gelen adam(dır) û Rojhat eve gelen adamdı wergerîne kurdî. Wê ji bo ya yekem got Rojhat ew zilamê ku tê malê û ji bo ya duyem jî got Rojhat ew zilamê ku dihat malê.
Lêkereke Kişandî di Navbera Bazinedaçekan de
Bazinedaçek ew daçek in ku ji pêşdaçek û paşdaçekekê pêkhatî ne, wek; bi… re, bi… de, bi … ve, di … de, di… re, ji… de, ji … re, ji … ve. Ergin Öpengin di gotara xwe “Repertûara Zimanî û Afirandina Edebî: Nirxandineke Zimannasî li Ser Edebiyata Kurmancî ya Hevçerx” de rave kiriye bê ka çima çênabe di navbera bazinedaçekan de lêkereke kişandî hebe. Mesele bi kurtî ev e: Bireserên daçekan hêmanên navdêrî ne ku nav, cînav, lêkerên mesder û partîsîp dikevin nav vê kategoriyê. Mirov dibêje li malê, ji xwarinê, di nav kincên şuştî de; lê belê nikare bibêje bi mirovê ku bêbextiyê li şirîkê xwe dike re nikarî bixebitî (Öpengin, 2014: 183). Öpengin vê şaşiyê bi tesîra tirkî li ser kurdî rave dike.
Ev şaşî jî ne kêmî ya berî xwe berbelav e li nav kurmancînivîsan. Ez bi heman metodê li googleê “tunebû de” dinivîsim û encama ewil ji malperekê vediguhêzim vê derê: “Di bûyera ku mirî an jî birîndar tunebû de wesayît û dikanên hawîrdor zirarê dîtin.”[10] Ji bo ku pozisyona RPyê baş bê dîtin, em peyvrêziyê ji nû ve saz bikin: “Wesayît û dikanên hawîrdorê (biker) di bûyera (bireser) ku mirî an jî birîndar tunebû (RP) de zirar dîtin (lêker).” Weku tê dîtin RPyê bireser modîfiye kiriye, lewma stratejiya pêşvebirina RPyê tê tetbîqkirin: “Bûyera ku mirî an jî birîndar tunebû, di wê de wesayit û dikanên hawîrdorê zirar dîtin.” Em dikarin van hevokan bi vî rengî jî serast bikin: Di wê bûyerê de ku mirî an jî birîndar tunebû, wesayît û dikanên hawîrdorê zirar dîtin.
Ez dîsa bi awayekî çawalêhato li googleê “kiriye de” dinivîsim, gelek encam derdikevin, ez encama ewil a ji google booksê hildibijêrim: “Proletarya dê desthilatiya xwe ya siyasî wisa bi kar bîne ku gav bi gav hemû sermayeyê ji destê burjuvaziyê derxe, hemû navgînên hilberînê di destê dewletê de ango di destê çîna proletaryayê ya ku xwe wekî çîna serdest bi rêxistin kiriye de kom bike û hemû hêzên hilberînê bi lez û bez mezintir bike.” (Manîfestoya Komunîst, Wer.: Samî Tan) Weku hûn dizanin Tan zimannas û rêzimannûsekî kurmancî ye, lê wî jî ev şaşî kiriye. Em beşên nelazim ji hevokê bavêjin: “Proletarya dê hemû navgînên hilberînê di destê çîna proletaryayê ya ku xwe wekî çîna serdest bi rêxistin kiriye de kom bike.” Ji ber ku RPyê biresera hevokê modîfiye kiriye, em serî li stratejiya pêşvebirinê didin: “Çîna proletaryayê ya ku xwe wekî çîna serdest bi rêxistin kiriye, proletarya dê hemû navgînên hilberînê di destê wê de kom bike.” Herwiha em dikarin bi vî awayî jî hevokê serast bikin: “Proletarya dê hemû navgînên hilberînê di destê çîna proletaryayê de kom bike ya ku xwe wekî çîna serdest bi rêxistin kiriye.” Heger nivîskar bi israr bin ku frazan ji hev neqetînin, hingê dikarin lêkerine din tercih bikin ku bazinedaçekan nevên. Bo nimûne ji bo vê hevokê: Proletarya dê hemû navgînên hilberînê têxe/bide destê çîna proletaryayê ya ku xwe wekî çîna serdest bi rêxistin kiriye.
Vê carê jî ez li googleê “kiriye re” dinivîsim û dibînim ku gelek encam derdikevin, wisa xuya ye ku ya herî zêde ev e, ez yekê ji malpereke kurdî hildibijêrim: “Li ser vê yekê (filankes/biker)[11] bi Mevlut Doganê ku li TRTyê kameramantî kiriye re dest bi marangoztiyê bikin.”[12] Xuya ye ku lêkera hevokê bê hemdî bûye bikin, divê dikin be. RPyê bireser modîfiye kiriye, heger em li gor stratejiyên behskirî serast bikin: “Li ser vê yekê, Mevlut Doganê ku li TRTyê kameramantî kiriye,(filankes/biker) bi wî re dest bi marangoztiyê dike.” Herwiha em dikarin bi vî awayî serast bikin: “Li ser vê yekê (filankes/biker) bi Mevlut Dogan re ku li TRTyê kameramantî kiriye dest bi marangoztiyê dike.”
Min zêde li înternetê nêrî, ez hinekî li kitêbinan binerim ku vê gavê li ser maseya min in. Ez ji gotara navhatî ya Öpengin (2014: 201) hevokekê bînim: “… di hevokên bi lêkera olmak “bûn” têne duristkirin, lêker li dawiya hevokê tê…” Öpengin paşdaçek (de) bi kar neaniye da ku wê şaşiyê neke. Ev yek cihê nîqaşê ye bê ka ev kirin şaşiyê ji holê radike an ne. Heger em paşdaçeka hevokê lê zêde bikin: “… di hevokên bi lêkera olmak “bûn” têne duristkirin de lêker li dawiya hevokê tê…” Em peyvrêziyê ji nû ve saz bikin da ku baş bibînin bê ka RPyê kîjan hêman modîfiye kiriye: “… lêker di hevokên (bireser) bi lêkera olmak “bûn” têne duristkirin de (RP) li dawiya hevokê tê…” Weku tê dîtin RPyê bireser modîfiye kiriye, lewma divê RP biçe serê hevokê (bireser + RP + biker + cînaveke anaforîk + lêker): “…hevokên (bireser) ku bi lêkera olmak “bûn” têne duristkirin (RP), lêker (biker) di wan (cînav) de li dawiya hevokê tê (lêker)…” Em dikarin bi vî awayî jî serast bikin: “… di wan hevokan de ku bi lêkera olmak “bûn” têne duristkirin lêker li dawiya hevokê tê…” Lê belê divê mirov carinan pirhêltir bifikire, bo nimûne ev hevok û gelek hevokên wek vê, di kurmancî de bi raweya mercî xweştir tên derbirrîn: “… ku hevok ji lêkera olmak “bûn”ê hatibin duristkirin, lêker li dawiya hevokê tê… ”
Ez ji Guman-1a Îbrahîm Seydo Aydogan (2013: 267) hevoka ewil a gotara bi navê “Hin Pirsgirêkên Wergerê di Kurmancî de” bînim: “Di mijarên ku zanistiyê pêwist dikin de, em weha fêr bûne ku…” Ji bilî şaşiya gramatîk ji hêla semantîk jî ev hevok di kirasê kurmancî de asê dibe. Nivîskar karîbû bi hêsanî bigota “Di mijarên zanistî de…” Ka em hevokê bi vî halê wê serast bikin. Ji dewama hevokê tê famkirin ku RP bireserê modîfiye dike, herçiqas di serî de wisa xuya bike weku biker modîfiye kiribe. Ji bo ku ev yek baş xuya bibe em peyvrêziyê ji nû ve saz bikin: “Em (biker) weha fêr bûne ku di mijarên (bireser) ku zanistiyê pêwist dikin (RP) de…” Lewma em ê stratejiya pêşvebirina RPyê tetbîq bikin: “Ew mijarên ku zanistiyê pêwîst dikin, em wiha fêr bûne ku di wan de…” Lê belê hevok bi vî awayî jî tê serastkirin: “Di wan mijaran de ku zanistiyê pêwist dikin, em weha fêr bûne ku…”
Dîsa ji kitêbeke din ya li ser maseya min ji Rajena Kurdî ya Dilawer Zeraq (2014:11) -ku wî jî mamostetiya kurmancî kiriye û xebatên wî hene li ser zimên- hevokekê bînim: “Em (biker) ê … di ser korîtiya (bireser) ku Saramago ava kiriye (RP) re, şîroveyan bikin (lêker).” Heger kurmancîaxivekî mêrdînî ev hevok saz bikira, çima ku RPyê bireser modîfiye kiriye, wî yê stratejiya pêşvebirina RPyê tetbîq bikira û bigota (bireser + RP + biker + cînaveke anaforîk + lêker): “Korîtiya (bireser) ku Saramago ava kiriye (RP), em (biker) ê di ser wê (cînav) re şîroveyan bikin (lêker).” Lê belê ev hevok bi vî awayî jî tê serastkirin: “Em ê … di ser wê korîtiyê re şîroveyan bikin ya ku Saramago ew ava kiriye.”
Ka em hevokên xwe li bin hev rêz bikin. “a” şaş in, “b” û “c” rast in. “b” awayê zimanê rojane yê kurmancîaxivan e, “c” jî ji tecrûbeya me ya Başûrê an jî ji ya zanîna bi zimaninî din hasiliye.
(22)a. Di bûyera ku mirî an jî birîndar tunebû de wesayît û dikanên hawîrdor zirarê dîtin.
b. Bûyera ku mirî an jî birîndar tunebû, di wê de wesayit û dikanên hawirdorê zirar dîtin.
c. Di wê bûyerê de ku mirî an jî birîndar tunebû, wesayît û dikanên hawîrdorê zirar dîtin.
(23)a. Proletarya dê hemû navgînên hilberînê di destê çîna proletaryayê ya ku xwe wekî çîna serdest bi rêxistin kiriye de kom bike.
b. Çîna proletaryayê ya ku xwe wekî çîna serdest bi rêxistin kiriye, proletarya dê hemû navgînên hilberînê di destê wê de kom bike.
c. Proletarya dê hemû navgînên hilberînê di destê çîna proletaryayê de kom bike ya ku xwe wekî çîna serdest bi rêxistin kiriye.
(24)a. Li ser vê yekê (filankes/biker) bi Mevlut Doganê ku li TRTyê kameramantî kiriye re dest bi marangoztiyê dikin.
b. Li ser vê yekê, Mevlut Doganê ku li TRTyê kameramantî kiriye, (filankes/biker) bi wî re dest bi marangoztiyê dike.
c. Li ser vê yekê (filakes/biker) bi Mevlut Dogan re ku li TRTyê kameramantî kiriye dest bi marangoztiyê dike.
(25)a. … di hevokên bi lêkera olmak “bûn” têne duristkirin de lêker li dawiya hevokê tê…
b. …hevokên ku bi lêkera olmak “bûn” têne duristkirin, di wan de lêker li dawiya hevokê tê…
c. “… di wan hevokan de ku bi lêkera olmak “bûn” têne duristkirin lêker li dawiya hevokê tê…
(26)a. Di mijarên ku zanistiyê pêwist dikin de, em weha fêr bûne ku…
b. Ew mijarên ku zanistiyê pêwîst dikin, em weha fêr bûne ku di wan de…
c. Di wan mijaran de ku zanistiyê pêwist dikin, em weha fêr bûne ku…
(27)a. Em ê di ser korîtiya ku Saramago ava kiriye re, şîroveyan bikin.
b. Korîtiya ku Saramago ava kiriye, em ê di ser wê re şîroveyan bikin.
c. Em ê di ser wê korîtiyê re şîroveyan bikin ya ku Saramago ava kiriye.
***
Em ê herî dawî bi çend mînakan formulasyona stratejiyan dubare bikin. Ka em berê li hevoka (28a)yê binerin.
(28)a. Ez di ber wî çemê ku ava wî xurt diherike re derbas bûm.
Ez (biker) + di ber wî çemê (bireser) ku ava wî xurt diherike (RP) re derbas bûm (lêker).
Weku tê dîtin peyvrêziya asayî bi vî awayî ye: biker + bireser + RP + lêker.
RP berî bireserê hatiye, yanî bireserê modîfiye dike, naxwe divê pêşvebirin çêbibe û peyvrêziya cihguhertî wisa be: bireser + RP + biker + cînaveke anaforîk + lêker. Em her du hêlên formulê binivîsin.
Stratejiya pêşvebirina RPyê: biker + bireser + RP + lêker ⇒ bireser + RP + biker + cînaveke anaforîk + lêker.
Li gor vê yekê em hevokê serast bikin :
(28)b. Ew çemê (bireser) ku ava wî xurt diherike (RP), ez (biker) di ber wî (cînav) re derbas bûm (lêker).
c. Ez di ber wî çemî re derbas bûm (ewê) ku ava wî xurt diherike.
Tê dîtin ku di her mercê de RPya di navbera bazinedaçekan de bireserekê modîfiye dike, jixwe tiştekî berevajî vê, li dijî siruşta daçekan e, lewma stratejiya pêşvebirina RPyê tê tetbîqkirin.
(29)a. Tiştekî nikarîbû di wan rojên ku min êşa te dikişand de bêhna min fireh bikira.
b. Ew rojên ku min êşa te dikişand, tiştekî nikarîbû di wan de bêhna min fireh bikira.
c. Tiştekî nikarîbû bêhna min fireh bikira di wan rojan de ku min êşa te dikişand.
Em mînakeke dawî ji bo paşvebirinê jî bidin û bi vê hincetê formulasyona wê dubare bikin.
(30)a. Cîranê me Osman (biker) ê ku timî li mala me bû (RP) bar kiriye (lêker).
Ji ber ku sereya RPyê biker e, em ê stratejiya paşvebirina RPyê tetbîq bikin. Weku me berê jî amaje pê kiribû wisa xuya ye ku ev stratejî li nav gel tê tetbîqkirin da ku du lêkerên kişandî li dû hev neyên û herwiha hevok hêsan bibe.
Weku tê dîtin peyvrêzî bi vî awayî ye: biker + RP + lêker. Lewma em ê stratejiya paşvebirina RPyê tetbîq bikin: biker + RP + lêker ⇒ biker + lêker + cînaveke anaforîk + RP. Li gor vê yekê;
b. Cîranê me Osman (biker) bar kiriye (lêker), (wî)yê (cînav) ku her tim li mala me bû (RP).
c. Cîranê me Osman bar kiriye, te dît her tim li mala me bû.
Encam
Em dibînin ku stratejiya pêşvebirinê ji ya paşvebirinê serdesttir e di kurmancî de û bi tetbîqkirina wê piraniya şaşiyên hevoksaziyê ji holê tên rakirin. Di hevokên sade de sere biker be jî hêmaneke din a hevokê be jî, modîfiyekera frazê diçe serê hevokê û cînaveke anaforîk şûna wê digire û bi vî awayî pêşvebirin çêdibe. Rewş ji bo hevokên kompleks ên bi RPyê avanekirî jî wisa ye. Her çi hevokên kompleks ên bi RPyê avakirî ne, di wan de heger sereya RPyê hêmaneke ji bilî bikerê be, sere û RP bi hev re diçin serê hevokê, cînaveke anaforîk şûna RPyê digire û bi vî awayî pêşvebirin çêdibe; heger RPyê bikera hevokê modîfiye kiribe, RP diçe paş lêkera risteya sereke, cînaveke anaforîk tê ber wê û bi vî awayî paşvebirin çêdibe.
Çavkanî
Aydogan, Î.S. (2013). “Hevokên Kompleks”. Guman-1, Zimanê Kurdî (r. 119-160). Diyarbakır: Lîs.
Bussmann, H. (2006). Routledge Dictionary of Language and Linguistics. Routledge. Taylor & Francis e-Library.
Bülbül, M. (2016). “Risteyên Peywendiyê û Peyvrêziya Wan (Devoka Mêrdînê)”. Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi, 2(4): 22-45.
Öpengin, E. (2014). “Repertûara Zimanî û Afirandina Edebî: Nirxandineke Zimannasî li Ser Edebiyata Kurmancî ya Hevçerx”. Remezan Alan, Ergin Öpengin (Amd.). Tîr û Armanc (r. 173-208). Stenbol: Peywend.
Trask, R.L. (2005). Key Concepts in Language and Linguistics. Routledge. Taylor & Francis e-Library.
[1] Ev nivîsên ku di Diyarnameyê de diweşînim, tuxim in; belkî piştî demekê sexbêriya wan bê kirin û bên mezinkirin.
[2] Ez axiverekî xwecih ê devoka vê herêmê me û çend salên xwendinê ne tê de, ji vê jîngeha kurdî qut nebûme.
[3] Weku tê dîtin di hevoka (8)an de dema ku cînava nîşandanê ya tewandî (wî) çûye serê hevokê, bûye xwerû (ew). Di hevoka (2)an de jî me dîtibû ku dema ku navdêrê tewandî (Berfînê) çûbû serê hevokê, bûbû xwerû (Berfîn). Em dibînin dema ku modîfiyekera frazê ji sereya xwe diqete, li gor wê yekê dikeve nav guherîneke morfolojîk jî.
[4] Min bêhemdî xwe hevoka xwe wek yên zimanê rojane saz kir: “Hevokên “b” ji bo zimanê rojane/devkî, bilêvkirina wan di carekê de zehmet e.” Ku ez wê ji nû ve saz bikim: “Bilêvkirina hevokên “b” di carekê de, ji bo zimanê rojane zehmet e.” Ev yek jî nîşan dide bê ev stratejî çi qasî bihêz e di zimanê rojane de.
[5] Belê bicihkirina lêkera risteya sereke berî risteya pêwendiyê li nav kurmancîaxivên bakurî heye, lê belê dema ku risteya pêwendiyê modîfiyekera bikera risteya sereke be, vê yekê dikin.
[6] Qest ji “bireserê” ne tenê “biresera yekser” e; her hêmana hevokê ye ji bilî biker û lêkerê.
[7] Maneya vê sembolê (⇒); X ⇒ Y: Heger X be, Y ye.
[8] Dema ku bi lêkerên hebûn/tunebûnê hevokeke kompleks tê sazkirin, dîsa ev diyarde xuya dibe: a. Kes heye (ku) vî karî ji bo min bike? b. Kesî (ku) vî karî ji bo min bike heye? Ji bo agahiyên bêtir bnr. Bülbül (2016). http://static.dergipark.org.tr/article-download/4705/125f/3064/5a42d68f67235.pdf?
[9] http://www.rojnameyakurdistan.com/ku/h/W%C3%AAjeya_Sirg%C3%BBn%C3%AA_Mir
[10] https://dogruhaber.com.tr/haber/220940-li-elihe-pevcuna-ceki/
[11] Ji ber ku di hevoka berî vê de biker hatiye bilêvkirin, di vir de nehatiye dubarekirin; lê belê biker tê vê derê.
[12] http://bianet.org/kurdi/medya/185605-her-ciqas-ew-di-karen-nu-de-bin-ji-ew-rojnameger-in?bia_source=rss
**
Nivîsa Umran Aram a berî vê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Partîsîp û Raweyên Neragihandinî di Kurmancî de