Diyarname
Piştî ku biryara qedexeya sê pirtûkan hat dayîn, malpera ku pirtûkan difroşe "Îdefîx" ew pirtûk ji malperên rakirin û êdî nafroşe.
Ev çend sal bûn li Tirkiyeyê pirtûk nedihatin qedexekirin lê vaye careke din qedexeyê dest pê kir. Dadgeha 3'yemîn Cezayê ya Sulhê ya Entabê der barê pirtûkên Hasan Cemal "Delîla Bir Genç Kadin Gerîllanin Dag Gunluklerî" (Delîla Rojnivîskên Çiyê yên Jinek Gerîlla a Ciwan) û "Bariş Surecinde Kurdistan Gunluklerî" (Rojnivîskarên Kurdistanê ên di Pêvajoya Aştiyê de), pirtûka Tugçe Tatarî "Anneane Ben Aslinda Diyarbakir'da Degildim" (Pîrê A rast ez ne li Amedê bûm) û pirtûka Muslum Yucel "Abdullah Ocalan, Amara'dan İmrali'ya" (Abdullah Ocalan, Ji Amarayê heta Îmraliyê) biryara berhevkirinê da.
Li Tirkiyeyê malpera pirtûkfiroşiyê ya herî mezin "Îdefîx" e. Piştî vê biryara dadgehê îdefîksê ev her sê pirtûk ji malpera xwe rakirin û firotina wan da sekinandin. Koma Weşanên Alfa weşangerên van pirtûkan e li ser vê yekê daxuyaniyek weşand û got ku ew li pişta nivîskarên xwe ne, xwedî li wan derdikevin.