Diyarname
Li welatê Afrîkayê li Sûdanê sinetkirina jinan hat qedexekirin. Lê pispor dibêjin ku qanûn têra çareserkirina vê kêşeyê nakin.
Hikûmeta Sûdanê biryar da ku sinetkirina jinan bê qedexekirin. Ev gav wek serkeftineke mezin bo tevgera jinan li Sûdanê tê hesibandin.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî ( NY) ji her 10 jinên sûdanî 9 jin tên sinetkirin ku beşek an jî tevahiya aliyê derveyî yê organê wan ê cinsî tê jêkirin. Li gorî qanûnê, êdî çi kesê jinan sinet bike, dê sizaya sê salan û pereyî lê were birrîn.
Sinetkirina jinan herî kêm li 27 welatên Afrîka, hinek welatên Asya û Rojhilata Navîn û beşin Kurdistanê heye. Lê gelek pispor dibêjin ku qanûn tenê têrê nakin ku ev kêşe were çareserkirin ji ber ku beşeke ji baweriya çandî û dînî ye û hem jin hem jî mêr piştgiriya wê dikin.