Mahmut Ozçelîk
Derheqê dîroka şaristaniya mirovahiyê de gelek lêkolîn hatine kirin û wekî berhem li ber desten me ne. Lê pir balkêş e nivîskarê “Ji Bo Sedsala 21’emîn 21 Wane” ev dîroka şaristaniyê bi pêşketinên roja me ve girêdayî, bi mijarên cur bi cur yên wekî ji destpêkirina çandiniyê bigire hetanî nano-teknolojiya îroj em bi kar tînin, bi nêzîkatiyeke zanistî, bêyî xwendevan aciz bike, wekî xalîçeyeke rengîn raxistiye ber çavan.
Em agahiyên hûr û kûr hatiye analîzkirin yên li ser babetên wekî siyaset, ol, edalet, aştî, aborî, koçberî, şer, netewperwerî û pêşeroja mirovahiyê, bi saya rêzepirtûkên ji sêbarî pêkhatî, bi hêsanî fêr dibin.
Ev pirtûkên ez qal dikim ji hêla Yuval Noah Harari ve di navbera van çend salên dawî de -2012/2018- hatine weşandin û wisa bawer im ku çawa li Tirkiyeyê di rêza yekem de tên xwendin û şopandin wisa jî li tevahiya dinyayê tên xwendin. Pirtûkên behsa wan tê kirin ev in: ‘Ji Heywanan ber bi Xwedayan: Sapîens,’ ‘Homo Deus’ û ‘Ji bo Sedsala 21’emîn 21 Wane.’ Min jî ji rêzepirtûkan ya sêyem xwend, hin hevokên balkêş neqand û bi kêfxweşî derpêşî we dikim.
Bi hêviya ku em rojekê van pirtûkên gelek hêja bi kurdî jî bixwînin.
Zêhna mirov dema di nirxandina rastiyê de bêçare dimîne xwe li senaryoyên felaketê digire.
Guherîn her wextê kana stresê ye.
Ji % 50’yê mêrê cihû yên Ortodoks ên tundraw qet naxebitin. Jiyana xwe bi lêgerîna li ser metnên pîroz û rîtûelên olî derbas dikin. Bi gelemperî hinek bi saya xebata jinan, hinek jî bi saya alîkariya “pêwîstiyên jiyanî yên esasî” ku dewlet pêşkêşî wan dike, ne ew birçî dimînin ne jî malbatên wan…
Referandûm û hilbijartin her dem bi hestên mirovan re têkildar e, ne ku bi mantiqên wan re.
Em pirî caran dibihîsin gelek mirov fîlmekî wekî şaheserekê dipesinînin, em jî xwe mecbûr dibînin ku li wî fîlmî temaşe bikin û dû re di nîvê temaşekirina fîlmî de em bi xew re biçin jî, ji bo kes me wekî bêçand nebîne, em jî dest pê dikin û qala muhteşembûna wê dikin.
Dema qala hestan tê kirin bi gelemperî tiştên têkildarî empatiyê, hezkirinê û dilrehmiyê tên hişê me, lê di dema şer de ya ku kontrolê bi dest dixe pirî caran hestên wekî tirs, nefret û xedariyê ye.
Fêkiyên kûrewîbûnê her ku diçe dikeve bin takedestiya hin komên aşîkar lê bi mîlyaran mirov bi şûn de tên hiştin. Ji aniha de koma ji % 1’î pêkhatî ya herî dewlemend hakimî nîvê serweta dinyayê ye. Ya bêtir rê li diltengiyê vedike ew e ku, serweta sed kesên herî dewlemend ji tevahiya serweta 4 mîlyar mirovên herî feqîr zêdetir e.
Teknolojiyê di vê sedsala dawî de dest pê kiriye ku me ji bedena me dûr bixe. Me ew tehm û bêhnên hildigirt winda kir, li şûna vê, em di ser telefon û kompîturên xwe de xûz bûne. Tiştên di cihana sîberî de diqewime, ji tiştên di kuçe û kolanên em tê de dijîn zêdetir bala me dikişîne.
Mirovan bi mîlyon salan bê saziyên olî û bê netew-dewletê, jiyana xwe kudandin; dibe ku bikaribe di sedsala 21’emîn de jî bê vana bextewer-dilşad bijîn.
Di navbera mirovan de hin têkiliyên herî xurt, bi saya şeran pêk tên. Zû belavbûna ber bi çarhawêlê ya fikir, teknolojî û însanan; ji bazirganiyê bêtir bi saya şer zêde dibe.
Îsraîlî û filistînî, rusî û ûkraynayî, tirk û kurd ji bo raya giştî ya kûrewî alîgiriya wan bike, heman gotinê bi kar tînin; mafê mirovan, dewleta serbixwe û hiqûqa navnetewî…
Mirov hê jî xwediyê nasnameyên neteweyî û olên cuda ne. Lê dema mijar dibe meseleyên pratîk yên wekî dewlet, aborî, çêkirina nexweşxaneyê an jî bombeyê, hema hema em hemû daxilî heman şaristaniyê ne.
Dema mirov hewl dide nasnameya xwe bi kurtî vebêje pirî caran taybetiyên hevpar rêz dikin. Ev rêbazeke xelet e. Rêzkirina pêvçûnên hevpar û girêkan dê encamên baştir bide.
Ji pirsgirêkên kûrewî re bersivên kûrewî divê.
Mirovek di heman demê de dikare bi malbata xwe re, bi cîranê xwe re, bi karê xwe re û bi welatê xwe re dilsoz bimîne û divê bimîne jî; çima li vê lîsteyê mirovahî û gerestêrk dinya jî zêde nebe?
Ger hûn li Misira Kevn an jî li Ewropaya Serdema Navîn bijiyana, dema hûn nexweş diketin dibêtiyek mezin hûn ê neçûna cem bijîşk, hûn ê li efsûnbazek bibûna mêvan û li şûna nexweşxaneyê we yê ziyareta perestgehekê bikira.
Dewlet di hin rewşan de ji bo ji nasnameya xwe re bibe alîkar dikare olên nipînû îcad bikin. Desthilatiya Koreya Bakur, oleke fanatîk ya dewletê ku bi navê Juche telkînî welatiyên xwe dike.
Di pratîkê de di navbera Îrana Şiî, Erebistana Siûdî ya sunî û Îsraîla Cihû de bi qasî mirov şaşwaz bimîne hindik cudahî heye. Ev tev de dewletên neteweyî yên burokratîk in, kêm zêde heman siyasetên kapîtalîst dişopînin, hemû, zarokên xwe li hember nexweşiya felcê derzî dikin û hemû ji bo çêkirina bombeyê baweriya xwe bi kîmyager û fizîknasan tînin.
Pîvana her çandê ya pejirandina “yên din” cuda ye. Di destpêka sedsala 21’emîn de çanda almanan, ji çanda Erebistana Siûdî germtir pêşwazîtiyê li penaberan dike. Koçkirina misilmanekî ya ber bi Almanyayê, ji koçkirina xirîstiyanekî ya ber bi Erebistana Siûdî ve diha hêsantir e.
Ehmeqtiya mirovan kêm nebînin.
Nirxên şîrketên wekî Appleyê, Facebookê û Googleyê bi sed mîlyar dolaran e, lê hûn nikarin van serwetan bi darê zorê bi dest bixin.
Şer ji bo her kesî felaket e lê ne qanûneke xwezayî, ne jî xwedayek heye ku me ji ehmeqiya mirovahiyê biparêze.
Hûn ne navenda dinyayê ne.
Pirê mirovan xwe wekî navenda dinyayê, çanda xwedîtiyê lê dike jî wekî hêmaneke ji kilîda dîroka mirovahiyê be, dibîne.
Dema mirov qala Xwedê dikin bi piranî xwe biçûk dibînin û nefsbiçûkiyê nişan didin, lê dû re jî bi bîranîna navê Xwedê li ser birayên xwe doza mezinatiyê dikin.
Heman dîn bi hinek mirovan re hestên nefret û hişkebaweriyê, bi hinek mirovan re jî hezkirin û dilovaniyê çêdike.
Ger wexta we ya fedakirinê tune be hûn ê tu carî negihîjin heqîqetê.
Derew carekê hatibe gotin wekî derew dimîne lê derewa ku hezar carî hatibe gotin vediguhere heqîqetê.
Bêdengî nayê maneya bêalîbûnê, bêdengî ji statukoyê re palpiştî ye.
Tekane tişta naguhere guherîn bi xwe ye.
We bihîstiye ku em di çaxa kompîtur hatine hackkirin de dijîn lê ev belkî beşek biçûk ya rastiyê ye. Halbûkî em di çaxa mirov hatine hackkirin de dijîn.
Di nava tevahiya ayînan de ya herî bi tîn boraq dayîn e. Çimkî êş li dinyayê tişta herî rast e. Ji nedîtî ve hatina êşê an jî bi guman nêzîkbûna li êşê bêîmkan e. Ger hûn bi rastî jî dixwazin mirov bi honakekê baweriya xwe bînin wan qanih bikin bila di vê riyê de boraqê bidin.
Ger cangorî nebin pir kêm xweda, netew an jî şoreş li ser piyan dimînin.
Peyva faşîzmê ji “fascîs” ya latînî tê ku di wateya “qevşek ço” de ye. Çoyek tenê zirav e û hûn dikarin bi hêsanî bişkênînin. Lê hûn gelek çoyan bînin cem hevdu hûn ê “ fascîs”ekê bi des xin û şikênandina van çoyan hema hema bêîmkane.
Ya ku sêvekê dike rakêşer û pîsiyê jî bi me bêmirês dide nişandan tenê hestên mirov e. Dema hestên mirov jê bê derxistin li pey tenê qevdek molekûl dimîne.
Ji bo hûn mirinê fêhm bikin divê hûn jiyanê fêhm bikin.
Çavkanî: Yuval Noah Harari, 21.Yuzyıl İçin 21 Ders, Kolektif Kitap, 5. Baski, 2019, İstanbul
Wergera tirkî wergerandin: Selin Siral