Diyarname
Belgefîlmê derhêner Aydin Orak ê bi navê "Yaşar Kemal Efsanesi" îşev (10'ê avrêlê/nîsanê) saet 22.30'yan de li ser Youtube ya Çand û Hunera Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê tê weşandin.
Daîreya Çandê ya Bajarê Mezin a Stenbolê ji ber vîrusa koronayê çalakiyên xwe di bin banê "Tu li mal bimîne em tên cem te" de wekî online pêşkêş dike. Di vê çarçoveyê de îşev belgefîlmê Aydin Orak "Efsaneya Yaşar Kemal" nîşan dide. Îşev saet 22.30'dê belgefîlm li ser kanalê xwe re bo her kesî pêşkêş bikin.
Di çarçoveya van çalakiyan de hefteya borî belgefîlmê bi navê "Sabah Yildizi: Sabahattîn Alî" belav kiribûn.


