Diyarname
Pirtûkek din ji soranî ji bo kurmancî hat amadekirin. Pirtûka bi navê "Êvara Perwaneyê" ya Bextiyar Elî ji aliyê Besam Mistefa ve ji bo kurmancî hatiye amadekirin.
Weşanxaneyên kurdan hêdî hedî pirtûkên xwe yên yekemîn ên sala 2012'yan diweşînin. Weşanên Avestayê jî yekemîn pirtûka xwe ya sala 2012'an weşand. Avestayê pirtûka Bextiyar Elî ku yek ji nivîskarên herî balkêş ê edebiyata kurdî-soranî ye ragihand xwendevanên kurmancî. Romana wî “Êwarey Perwane” bi "Êvara Perwaneyê" ku li Başûr gelek hatibû firotin bi kurmancî derxist.
Bextiyar Elî ku romanivîskar, helbestvan û ronakbîrekî kurd û yek ji damezrênerên kovara Rehend e yekemîn romana xwe bi navê Mergî Taqaney Duwem (Mirina Tekaneyê Duyem), di sala 1997'an de li Swêdê weşandibû.
Elî ku di sala 1960'î de li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê, li Silêmanî xwendina seretayî li dibistana Şêx Selam qedandiye, dû re li dibistana navendî ya Ezmir xwendiye, qonaxa amadeyî jî li dibistana amadeyî ya Helkewt xilas kiriye. Li zanîngeha Silêmaniyê û pişt re Hewlêrê, di fakulteya zanistî ya zanîngeha Selahedîn di beşê zevînasî Jeolojî de xwendekar bû, lê xwendina xwe ya zanîngehê xilas nekiriye. Bextiyar Elî di sala 1983'yan de, di xwêpêşanên zanîngehê de birîndar dibe, şewma dest ji zanîngehê berdide û ji wê salê bi şûn de bi tevahî xwe bala xwe dide ser karê edebiyatê.
Elî di sala 1992yan de yekemîn dîwana xwe (Guneh û Karneval) bi awayekî sade û seretayî û bi tîrajeke kêm çap dike.
Bextiyar Elî ku ji sala 1989'an ve li Kolnê dijî, heta niha çend roman nivîsandiye. Avesta diyar dike ku di demên pêş de amadekariya çapên kurmancî yên her 6 romanên din ên Bextiyar Elî jî dikin.
Êvara Perwaneyê / Bextiyar Elî / Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa / Roman / 304 rûpel


