Diyarname
Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli daxuyanî da û xwest Tirkiye hurmetê ji bo mafên mirovan bigire û li hemberî mafên mirovan rêzdar be.
Piştî Yekîtiya Ewropa û DYA'yê Tirkiye hişyar kir û xwest hurmetê nîşanî mafên mirovan bide, niha Neteweyên Yekbûyî (NY) jî daxuyanî da û Tirkiye hişyar kir. Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî binçavkirina Hevşaredarên Amedê Kişanak û Anli daxuyanî da. Li ser navê NY'yê ku navenda wê li CeneVreyê ye Berdevkê Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Ravina Shamdasanî daxuyanî da û got ku 2 kesên bi riya demokrasiyê hatine hilbijartin hatine binçavkirin. Di demên dawî de li bajarên kurdan gelek nûnerên kurdan ji kar tên dûrxistin û li şûna wan kayûm tê tayînkirin. Ev mînaka herî dawî ye.
Shamdasani, di civînê de têkildarî pêkanînên li Tirkiye civîna çapemeniyê pêk anî û wiha got: "Em dixwazin di serdema OHAL'ê (Rewşa Awarte) de zagon, pîvan, mafên mirovan û hiqûqê bi bîra Tirkiye bixin. Divê hurmetê nîşanî mafên mirovan û hiqûqê bide."
**
Nûçeyên Elqedar:
- Ji Leyla Xalîd ji bo Kişanak peyama piştevaniyê
- Şaredarên Koln û Rennesê piştgirî dan Hevşaredarên Amedê
- 97 saziyên jinan piştgirî dan Gultan Kişanak
- Demirtaş: Heta şaredarî bi paş ve neyên dê berxwedan bidome
- Di 10 xalan de binçavkirina Kişanak û Anli
- YE'yê ji bo bin çavkirina Hevşaredaran bertek nîşan da
- Nahêlin parêzer jî li dosyaya Kişanak û Anli binêrin
- Polîsan êrîşê wekîlan jî kir
- Hevşaredarên Amedê Kişanak û Anli hatin binçavkirin kirin