Diyarname
Rojnameya heftane Xwebûn bi hejmara xwe ya 11'an li pêşberî xwendevanên xwe ye. Rojnameyê sernavê "Dengbêjî rihê jinan e" bikar aniye.
Nivîskara rojnameyê Zehra Mohammedzadeh bi sernavê “Dengbêjî rih û bîra jinan e” cih dide rola jinê ya li ser çanda denbgêjiyê. Bi gotinên; “Dengbêjî rih, bîr û ramana jinê ye ku bi rêya çemek gur û geş ê ji çandê diherike, dibe hizr û ferasetek ku civak pê teşe digire. Dengbêjî bûye kaniyek herikbar a çanda kurd û di her serdemekê de bi awayekî dengê civaka kurd a bi êş, keder, koçberî, şer, serhildan û hwd. gihandiye û heya roja îro parastiye…” Aysel Tabak bi ser navê ‘Di Avestayê de jin’ nivîsandiye û rola jinan a di ola Zerdeştiyê de nirxandiye.
Nivîskarên rojnameyê Asya Xerzan, Salîha Ayata, Mizgîn Rêwî, Samî Tan, Nesrîn Navdar, Kewê Redkan, Bîlal Ata Aktaş, Mizgîn Ronak û Felemez Ulug bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih girtine.
Ji nivîskarên rojnameyê Dr. Erdal Sîpan jî bi ser navê “Vîrûs hat ber derî” balê dikişîne ser talûkeya vîrûsê û dibêje: “Vîrûsa koronayê çend roj berî niha li Îranê jî hat dîtin û ji ber nexweşiyê heta niha li Îranê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest daye. Her wiha li başûrê Kurdistanê jî ev vîrûs hatiye tespîtkirin. Her roj bi hezaran kes ji Îranê derbasî Wan, Agirî û Colemêrgê dibin. Divê demildest çûnehatin bihata qontrolkirin, gel bihata hişyarkirin û tedbîr bihatana girtin lê mixabin ev yek bi derengî ket…”
Rojnameger Ersîn Çaksû bi hevpeyvina ku kiriye cih dide pergala werwerdehiya Qamişloyê. Çaksû bi Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Qamişloyê Menan Mihemed Emîn û Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Qamişloyê Goran Şakir axiviye.


