Diyarname
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyanyekê diyar kir ku ji bo parastina ewlehiya herêmê qedexeya giştî li ser kantona Hesekê û ya beşê li ser herêmên din ên rêveberiyê radighîne.
Çeteyên DAIŞ'ê çend roj berê êrîşê girtîgeha Hesekê ku endamên wan têde bûn kir. Heta niha bi dehan endamên QSD'ê (Hêsên Sûriyeya Demokratîk) û karkerên li girtîgehê canê xwe ji dest dan. Endamên QSD'ê dijî êrîşê ber xwe da û dûre ket dû çeteyên DAIŞ'ê ku reviyan. Li gor agahiyên dawî bi ser sedî re endamên DAIŞ'ê hatine kuştin, gelek ji wan dîsa hatine desteserkirin.
QSD'ê îro li ser vê daxuyaniyeke belav kir. Li gor ANHA'yê endamên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi awayekî lehengane ber xwe dane û êrîşa heyî têk biriye. Di daxuyaniyê de wisa gotiye, "Em wekî Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya giştî ya hundirîn û derve a heya hefteyekê li ser bajarê Hesekê radigihînin. Qedexe ji 24`ê Çile/Rêbendanê dest pê dike heya 31`ê Çileşê. Qedexe giştî ye, tenê saziyên xizmetguzariyê yên wekî (Firne, aş, navendên tenduristiyê, sotemenî û şaredarî) ku xwezaya karên wan cuda ye, wê bixebitin. Her wiha li sazî û bajarên din jî qedexeya beşî ye û ji saet 06:00`ê êvarê dest pê dike heya 06:00`ê sibehê."
Hatiye gotin ku tevgera çûn û hatina di navbera bajaran jî dê were qedexekirin û wisa hatiye gotin, "Ji bo parastina ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ji gelê xwe dixwazin ku papendî van perspektîfan bin, da ku hêzên me karibin bi erka xwe ya parastina ewlehî û istîqrara herêmê rabin."