Diyarname
Pirtûka “Rojeke îvan Denisoviç” ku ji aliyê mebûsê DTP'ê Osman Ozçelîk ve hatibû wergerandin kete pirtûkxaneya meclisê.
Ser xêrê be: Pirtûkên kurdî ketin pirtûkxaneya meclisê. Pirtûka Aleksandre Soljenitsin “Rojeke îvan Denisoviç” ku ji aliyê mebûsê DTP'ê Osman Ozçelîk ve hatibû wergerandin kete pirtûkxaneya meclisê.
Midûriyeta Werger û Dokumantasyonê ya Pirtûkxaneya Meclisa Tirkiyeyê ji mebûsan re nameyeke şand û ji wa xwest ger pirtûkên wan ên çapkirî yan wergerên wan hebin ji wan re bişînin. Hate gotin ku pirtûk dê di meha gulanê de li meclisê bêne pêşkêş kirin.
Li ser vê yekê mebûsê DTP'ê yê Sêrtê Osman Ozçelîk bersiveke erênî da nameyê û pirtûka Aleksandre Soljenitsin “Rojeke îvan Denisoviç” ku wergerandibû kurdî ji meclisê re şand.
Pirtûka “Rojeke îvan Denisoviç” ku Ozçelîk di dema ku girtîbû wergerandibû ji Weşanên Avestayê derketibû. Her wiha Ozçelîk heta niha pirtûka Richard Bach a bi navê "Qaqlîbaz" jî wergerandina kurdî û niha li ser wergera pirtûkên Tolstoy dixebite.
Her wiha heta pirtûkeke Ozçelîk bi navê "Kulîlkên Qeşayê" ku ji nivîsên wî yên di Azadiya Welat de hatine weşandin pêk tê jî derketiye.
Pêşangeha pirtûkan di navbera 30'ê avrêlê û 30'yê gulanê de li meclisê li dar bikeve.